'Êrîşên nîjadperest ji zimanê destilatdarî bi kar tîne pêk tê' 2021-07-22 09:02:52   ENQERE - Ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê Cigira Hevserokatiya Giştî Şaziye Kose der barê êrîşên nîjadperest ên li hember karkerên çandiniyê û Kurdan axivî û got sedema êrîşên nîjadperest ji zimanên ku destilatdarî bi kar tîne pêk tê û wiha got:"Di çend dozên hatine vekirin de encam bihata girtin wê şûnde gav bihata avêtin. Wê mirov nehatiba mexdûrkirin."    Êrîşên nîjadperest ên li hember kurdan zêde dibin, li dijî êrîşan desthilatdarî li şûna dest ji zimanê cudakariyê berde, pêşî lê vedike. Li navçeya Altindagê ya Enqereyê malbatek Kirikkaleyê êrîşî malbatek Mêrdînê kir.. Dîsa li Meramê ya Konyayê li taxa Çarlikoy û Bahçeşehîr êrîş li du malbatan kirin. Li gorî daneyên 2020’î yên ÎHD’ê di 10 salan de 280 êrîşên nîjadperest hatine kirin. Li gorî raporê sedema zêdebûna êrîşan bêcezabûn e. Dîsa li gorî êrîşan 5 kes mirine û hezar û 97 kes birîndar bûne.  Di navbera 2020 û 2021’ê de êrîşên hatine kirin wiha ne:   *Afgan Hafîzullah yê 19 salî yê hatibû Tirkiyeyê di 30’ê Gulana 2020’î de dema kaxiz kom dikir, êrîş lê hat kirin û li navçeya Ataşehîrê ya Stenbolê hat qetilkirin.   *Di 31’ê Gulana 2020’î de li navçeya Etîmesgutê ya Enqereyê li taxa Alsancak  Bariş Çakan (20) yê ji Panosê ya Agiriyê ji ber li muzîka Kurdî guhdar dikir hat qetilkirin.   *Di 7’ê Hezîrana 2020’î de li taxa Uzunkavak a Reyhanli ya Hatayê kesê bi navê Taha B. Êrîşê bi çekê êrîşî malbata peneberên Sûriyeyê Yusuf kir.   *Di 22’yê Tebaxa 2020’î de li Sakaryayê êrîşî malbateke Mêrdînê kirin. Jin birîndar bûn.   *Di 19’ê Tîrmeha 2021’ê de li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sultandagi ya Afyonê êrîşê Kurdên karkerkên çandiniyê kirin. Du jin 7 kes birîndar bûn.   *Di 12’ê Tîrmeha 2021’ê de li taxa Bahçeşehîr a Meramê êrîşî malbateke kurd kirin. 4 jin 7 kes birîndar bûn.   *Di 20’ê Tîrmeha 2021’ê d li Kirikkaleya Altindag a Enqereyê bi çekê êrîşê malbatek Mêrdînê kirin. Kesek xetereya jiyana wî diome 4 kes birîndar bûn.   *Di 20’ê Tîrmeha 2021’ê de li Çariklikoy a Meram a Konyayê êrîşî malbateke Amedî kirin. Di êrîşê de kesekî jiyana xwe ji dest da.   'Zimanekî newekhev'   Ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê Cigira Hevserokatiya Giştî Şaziye Kose diyar kir ku di demsala havînê de li her derê Tirkiyeyê êrîşên nîjaperest pêk tên û wiha dirêjî dayê: “Ev êrîş ne yên ewil ne jî ya dawî ne. Sedema vê jî zimanê newekhev yê desthilatdariyê ye. Ev mirov ji ber xizaniyê axa xwe dihêlin û diçin cihên cuda yên Tirkiyeyê karkeriya demsalî dikin. Polîtîkayên desthilatdariyê qadên çandiniyê yên dewlemend ji çav derdixe. Li Amed, Rihayê bi hezaran erd vala tên hiştin. Ji ber ceyran û avê, fatureyên ceyranê kes nikare tiştekî bike, çandiniyê bike. Ji ber vê jî welatî neçar dimînin biçin cihên cuda yên welat.”   'Venasîna hiqûqa kar'   Şaziyeyê destnîşankir ku pirsgirêka herî mezin a di navbera karkerên çandiniyê de venasîna hiqûqa kar e û ev tişt daxuyand:"Heta ev venasîn neyê kirin wê pirsgirêka heqdest, pisgirêkên ewlehiyê, starbûn û tenduristiyê, perwerdehiyê çareser nebe. Em HDP xebatan dimeşînin. Komîsyona çandiniyê jî xebatan dimeşîne.  Ji bo me esasa pêşî venasîna hiqûqa kar e û ewlehiya civakî ye. Di serî de divê ewlehiya canê van mirovan bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pisgirêkan divê ngav bê avêtin û rêxistinbûn pêk bên. Di vî alî de wê pêngavên me hebin."   'Dozan digirin û hêzê didin êrîşkaran'   Şaziyeyê di dawiya axaftina xwe de wiha bi lêv kir: "Êrîşên nîjadperest wek bûyerên edlî dikevin qeydan. Di rojên borî de li Afyonê êrîşî karkerên çandiniyê kirin. Yên birîndar li nexweşxaneyê dermankirina wan nîvco hiştin û birin îfadeyê. Dozên bi vî rengî ser wan digirin û bêceza dihêlin. Di dozên wisa de encam nayê girtin. Ger ku ji çend dozan encam bihata girtin wê mirov wisa mexdûr nebûna. Wê êrîşkaran cesaret negirtibana."