ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-22 09:00:00   *Koordînatora Kolektîfa Jinan a Nefel, Arzû Sunar destnîşan kir ku çiqas piştgirî ji jinan re were dayîn ewqas hêviya jinan xwe mezintir dike û wiha got: “Em her roja ku derbas dibe mezintir dibin. Gelek xebat û proje li pêşiya me de hene. Lê em her çiqas mezin bibin ewqas jî pêdiviya me bi piştgiriyê heye.” DÎMEN HEYE   *Ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê Cigira Hevserokatiya Giştî Şaziye Kose der barê êrîşên nîjadperest ên li hember karkerên çandiniyê û Kurdan axivî û got sedema êrîşên nîjadperest ji zimanên ku destilatdarî bi kar tîne pêk tê û wiha got:"Di çend dozên hatine vekirin de encam bihata girtin wê şûnde gav bihata avêtin. Wê mirov nehatiba mexdûrkirin."    *Meral Daniş Beştaş a HDP'yî der barê kuştina du polîsên ku 6 sal berê li Serêkaniyê ya Rihayê pêk hat de axivî û  diyar kir ku bûyer hîna zelal nebûye û wiha dirêjî dayê:"Em hemû dizanin ku pêvajoya çareseriyê ji aliyê desthilatdariyê ve hat bidawîkirin.  Gelek daxuyaniyên ‘Me pêvajoya çareseriyê ji holê rakir. Em mutabakata Dolmabahçeyê rast nabînin’ hene." DÎMEN HEYE   *Rojnameger Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ku ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû Îranê di 19-23’yê Tîrmeha 2006’an de hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wê de 15 sal derbas bû. Şîlan a ku bi eşqek mezin rojnamegerî dikir, xeyala wê ya herî mezin, rojnamegeriya jinê ya ji aliyê jinan ve tê meşandin bû.