Nobeta 'Edaletê' di roja 135'emîn de ye 2021-07-21 12:44:32   RIHA-Çalakiya Emîne û Ferît Şenyaşar a bi daxwaza "Edaletê" dane destpêkirin di roja 135'emîn de ye.    Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, çalakiya xwe nobeta "Edaletê" ya di 9'ê adarê de dabûn destpêkirin, di roja 135'emîn de didomînin. Malbata Şenyaşar, di roja duyemîn a cejnê de çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Pirsûsê berdewam dikin.    'Em bêdeng nemînin'   Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî têkildarî çalakiya xwe ev parvekirin kir: "Werin em bibin yek. Heke li cihekî zilm hebe, ev zilm ji kê tê bila were divê em kesên zilm li wan tê kirin cihê nekin. Em tev bi hev re ji zilmê re bibêjin bes e. Em bêdeng nemînin. Em refên xwe diyar bikin. Cejna we pîroz be."