Li Enqereyê êriş li dijî malbateke kurd hat kirin 2021-07-21 09:27:08   ENQERE - Li navçeya Altindagê ya Enqereyê di navbera du malbatên ji Mêrdînê û Kirikkaleyê yên cotgeh kiribûn pevçûn qewimî. Di pevçûnê de ji malbata Mêrdînî 4 kes birîndar bûn.    Li Kuçeya Kavakliyê ya navçeya Altindagê ya Enqereyê di navbera du malbatên ji Mêrdînê û Kirikkaleyê yên cotgeh kiribûn ji ber sedema "qada pîsîya ajalan lê ketiye" pevçûn qewimî. Malbata ji Kirikkaleyê ye bi çekê êrişî malbata ji Mêrdînê ye kir û 4 kesên ji malbata Mêrdînê ne birîndar bûn.    Du kes bi giranî birîndar bûn. Du kesên sivik birîndar bûbûn Tuncer Boztaş, Halis Boztaş birin Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapiyê û Ferit Boztaş û Feyyaz Boztaş ê bi giranî birîndar bûn jî birin Nexweşxaneya Enqereyê. Du kesên li Enqereyê tên tedawîkirin hatin emeliyatkirin.    Her wiha hat diyakirin kesên hatin qada ji bo ajalên cejna qurbanê bigirin jî birîndar bûne.    Malbata bi çekê êriş kir, kirin bin ewlehiyê    Ji malbata Mêrdînê Ferhat Boztaş ê têkildarî bûyerê bi ajansa me re axivî da zanîn li ser "pîsiya ajalan" a li qada di navbera mala herdu malbatan da pevçûn qewimiye û wiha got:"Malbata li hember me çêrên zayendperest ji me re kirin. Heqaret li me kirin û gef li me xwarin. Herî kêm 150 kesî êrişî me kirin. 4 kesên li hemberî me bi çekan êrişî me kirin. 4 birayên min bi giranî birîndar bûn. Jixwe li dijî me bi kîn in. Me di nava kevçiyek av de bifetisînin dilê wan rehet nabe. Piştî êrişî me kirin ji bo wan tedbîrên ewlehiyê hat girtin."   Êrişî xizmên birîndaran kirin   Ferhat da zanîn li ber Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Yildirim Beyazit a Dişkapiyê jî êriş li wan hatiye kirin û wiha pê de çû:"Polîsan jî ji ber nîqaşa di navbera me û notirvanên nexweşxaneyê de mudaxaleyî me kirin. Birayê min li ber nexweşxaneyê rûniştibû. Notirvanan berê ji wî re gotin ji vir rabe. Dema birayê min ranebû êriş kirin. Em ji bo parastina birayê xwe tevlî pevçûnê bûn. Dema polîs hatin jî bêyî ku pirs bikin bi gaza îsotê û copan êrişî me kirin. Hîn li ser laşê şopên lêdana wan hene. Piştre tevî birayê min gelek kes kirin bin çavan."   Ketina gund ji aliyê cendermeyan ve hat astengkirin   Ji şahidan Aydin Yildiz Tilbe da zanîn cendermeyan nehiştine xizmên malbata Mêrdînê bikevin gund û got bi ambulansan birîndar rakirine nexweşxaneyê    Her wiha nehat hînbûn ku ji malbata Kirikkaleyê kes hatine binçavkirin an na.    Her wiha hat hînbûn vê malbata Kirikkaleyê sala borî dîsa êrişî malbateke kurd a ji Navçeya Gogsiyê ya Erziromê kirine.