Şêniyên Mexmûrê çûn serdana goristanê 2021-07-20 09:21:12   MEXMÛR - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rustem Cudî) bi wesîleya cejna qurbanê çûn ser goristanê.    Di berbanga siharê de şêniyên Mexmûrê bi wesîleya cejna qurbanê berê xwe dan goristanan. Şêniyên Mexmûrê piştî serdana goristanê vegeriyan berê xwe dan Saziya Malbata Şehîdan. Li wir cejna hev pîroz kirin.    Beriya axaftin were kirin ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê oldarên Mexmûrê mele zekî li ser wateya cejna qurbanê axivî û got:"Di roja me ya îro de zaliman bi tanq, top û çekên kîmyewî mirovan dikujin û dişewitînin. Înşallah wê xweda vê zilmê têk bibe û têkçûyîna wê jî nêz e. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku ev cejin bibe wesîleya aramî, wekheviya gelan, li Kurdistan û Rojhilata Navîn li her derê rêya aştiyê vebe. Em vê cejnê li Rêber Apo, tevahî gerîlayên azadiyê, alimê îslamê û tevahî gelê xwe pîroz dikin."   Cardin bi wesîleya cejnê jî li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê Gurbet Îşlev cejna qurbanê pîroz kir û wiha got:"Em berxwedana xwe bigihînin asta herî jor da ku em azadiya Rêber Apo ya fizîkî mîsoger bikin. Bila ev cejn bibe cejna serkeftin û serfiraziyê.”   Li ser navê Meclîsa Gel, Meclîsa Ciwanan  û Meclîsa Îştar Hecî Kaçan jî mafê axaftinê girt. Hecî Kaçan wiha got:"Em weke gelê Wargeha Mexmûrê ev 27 sal in di oxira jiyanek azad, şeref û bi rûmet de em ketine ser riya azadiyê. Em şopdarê Rêber Apo û yê Şehîdan e. Çawa ku ev gel her tim li hember tevahî polîtîkayên înkar û îmhayê xwedî helwest bû di roja me ya îro de jî ev yek didome. Di roja me ya îro de di bin navê îslamê de mirovahî tê qetilkirin, penaberî her diçe zêde dibe, bi polîtîkayên qirêj li ser tevgera me ya azadiyê de diçin û wargeh jî perçeyek ji vê ye. Ev dewletên dagirker û qirêj navê îslamê qirêj dikin û li ser navê îslamê her tiştê hovane pêk tînin. Niha li ser gerîlayên me yên azadiyê li Avaşîn, Metîna, Zap polîtîkayên îmha û tunekirinê heye. Êrişên ku tê xwestin gel bê îrade bên hiştin hene. Gelê ku dixwaze bi îrade, nasname û hebûna xwe bijî heye. Em cejna Rêber Apo, gerîllayên azadiyê tevahî gelê ku bi îslamek rast dijîn pîroz dikin."   Hecî Kaçan di nav gotinên xwe de cejna şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê jî pîroz kir û wiha gotinên xwe domand:"Ez di serî de cejna şehîdên şoreşê yên ku Rojava yê Kurdistanê bi xwîna xwe afirandin pîroz dikim û yê tevahî gelê xwe pîroz dikim. Bi hêviya cejnên li pêşiya me, em bi Rêberê xwe re bi şêwayek azad, bi gerîlayên xwe re li ser xaka xwe ya azad, bi xwediyê mafekî azad pîroz bikin. Dubare cejna we hemûyan pîroz dikim û dibêjim serkeftin ya gelê kurd e."