Hêviyên rêwîtiya şoreşa Kobanê kirin: Pirsûs 2021-07-20 09:07:05   Sena Dolar   STENBOL - Ummuhan Ozdemîr a di komkujiya Pirsûsê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat de xilas bû, der barê komkujiyê de diyar kir ku komkujiya Pirsûsê destpêka pêvajoya êrîş, komkujî, suîkast û binçavkirinê ye û soz da ku wê xwedî li hêviya hemû hevalên xwe derkeve.   Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku ji bo biçin Kobanê û ji zarokan re pêlîstokan bibin, dema ku daxuyaniya çapemeniyê didan êrişa bombeya zindî ya ji aliyê DAÎŞ'ê li wan hat kirin. Di êrîşê de 33 kesî jiyana xwe ji dest dan û ji 100’î zêdetir kes birîndar bûn.   Di ser komkujiya Pirsûsê de 6 sal derbas bû lê hîna edalet pêk nehatiye. Doza komkujiyê ku 19 rûniştinên wê pêk hatin, rûniştina biryarê di 29’ê îlonê de ye.   Ummuhan Ozdemîr a birîndar ji komkujiyê xilas bû derbarê komkujiyê de axivî.   *Yek ji armanca rêwitiya Kobanê ev bû ku ji zarokan re pêlîstokan bibin. Ji bo we ev armanc çima girîng bû?   Zarok her tim êşê dibînin. Di şer de zarok hesretê hêviyek biçûk in. Dema nû tevlî xebatan bûm min nizanibû li Kobanê çi tê jiyîn. Piştî tiştên min xwendin ez xistim xofê. Bajarekî bi bombeyan hatibû wêrankirin. Ya herî girîng jî qîrina zarokan bû. Çima girîng bû?Divê em li wir bûna û me kenên wan mezin bigire û nîşan bidana ku ew ne tenê ne. Hinek be jî me xwest em dest bidin wan.   *33 kesî di êrîşa DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan. Tu jî li wir bû. Hûn dikarin atmosfera wê rojê vebêjin?   Çawa ku biryara min zelal bû ez biçim Kobanê, ez bi lez tevlî xebatan bûm. Me der barê ku em çi bikin de agahî kom kir. Em ê biçûna Kobanê me yê daristanek çêbikira û navê kesên şehîd ketine lê bikira. Wê pirtûkxane bihata avakirin û xebatên avakirina ji nû ve bikira. Me yê pêlîstok li zarokan belav bikira.   Koleksiyonek min a vosvos a 10 salî hebû. Min destûr nedida ku kes dest bidê. Lê min xist çenteyê xwe. Min ê ji zarokan re bibira. Sê roj mabû, me alav kirin pakêt. Ezgî, Polen, Buşra, Ece û Cemîl… Ev tên bîra min. Demên me yên herî xweş bûn. Em bi kelecan bûn. Dema rêwitiyê bû. Me sitran û sirûd digotin. Me sohbet dikir.   “Me dirûşma ‘Ji Arînan heta Sîbelan em dimeşin serkfetinê’ berz dikir.  Dema me dirûşme berz dikir dengek hat. Min berê xwe da wir. Ez nizanim ku kengê rabûm ser piyan. Hevalek ket milê min got ‘were em rûyê te bişon, tu di nav xwînê de maye’. Ji her derê bêhna şewatê dihat. Em ketin serşoyê. Xwîn li rûyê min bû. Lê em ketin baxçe min karaset li wir dît.”   Her kesî heman hest dijiya. Di otobusan de forma hatin belavkirin. Kelecanek cuda bû. Çagla bijîşk bû, wê di xebata nexweşxaneyê de bûna. Gokçe mamoste bû. Divê ew bi zarokan re ji nêz ve eleqeder bibûya.  Hemû kesên hatibûn wê li Navenda Çanda Amara bihata gel hev. Me silav da hev. Me taştê kir. Me amadekarî kirin. Xebata kolektîf dest pê kiribû. Em ê ji bo destûrê biçûna Walîtiyê. Piştî hevdîtinê bang hat kirin. Piştî daxuyaniyê jinan dirûşme berz kirin. Dengek hat. Min berê xwe da wir. Ez nizanim ku kengê rabûm ser piyan. Hevalek ket milê min got ‘were em rûyê te bişon, tu di nav xwînê de maye’. Ji her derê bêhna şewatê dihat. Em ketin serşoyê. Xwîn li rûyê min bû. Lê em ketin baxçe min karaset li wir dît. Em di rêya ku me xwest em bibin hêvî de, paramparçe bibûn.   *Wek gelek komkujiyan bi daxwaza edaletê çalakî hatin destpêkirin û hîna didomin. Lê gumanbar nehatin darizandin. Yên edalet xwestin hatin girtin. Hûn vê çawa dinirxînin?   Piştî komkujiya Madimakê Tansu Çîler gotibû ‘zirar li welatiyên dora otelê nehatiye. Rewşa ku bê tehrîkirin tune ye’. Ev gelek tiştî nîşan dide. Ji ber em di komkujiyê de nemirin karê me yê nîvco mayî hebû. Ji ber vê jî xwestin me bêdeng bikin.   *Hewlesta desthilatdariyê divê çawa bê destgirtin?   Tu wek xwediyê desthilatdariyê nefikirî tu dijminê wan î. Ev ji bo hevkarên desthilatdariyê jî wisa ye. Em dema ku hevkariya AKP-MHP’ê tune bifikirin. Der barê her kesî de her cureyê sûcdariyê tê kirin. Dema hevkarî çêbû jî heman tişt meşiya.    *Jinên li Kobanê azad bûn û jinên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dan, hûn der barê wan de çi dibêjin?   Ez hemû jinan bi rêzdarî silav dikim. Şoreşa jinan a Rojava ji bo me ronahî ye. Ez soza xwe ya ji bo ku di riya wan de biçim dubare dikim.    *Hûn der barê êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê û qetikirina Denîz Poyraz çawa dinirxînin?   Pirsûs, destpêka pêvajoya komkujî, êrîş, suîkast û binçavkirinan e. Desthilatdariyê bi hevkariya DAIŞ’ê polîtîka tirs û çewisandinê xist dewrê. Qetilkirina Denîz Poyraz, ku ji aliyê kujerê bi destê DAIŞ’ê hatiye perwerdekirin ne tesaduf e. Ji ber vê divê di dema pêş de her kes li dijî êrîşan têkoşînê mezin bikin.