Fatma Bostan Unsal a KHK’yî: Cezakirina me didome 2021-07-20 09:04:08   Dîlan Babat   ENQERE - Hîndekara Zanîngeha Muş Alpaslan Fatma Bostan Unal a bi KHK’ê hatibû îxrackirin, da zanîn ku di OHAL’ê de karîneya masûm a miron hatiye binpêkirin û daxuyakirin tevî 6 sal ser darbeyê re derbas bûye jî derbasî hiqûqa normal nebûne û dixwazin vê dirêj bikin.   Di ser hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de 5 sal derbas bû û di 21’ê Tîrmeha 2016’an de OHAL hatibû îlanirin. Sê mehan carê bi giştî 7 caran OHAL hat dirêjkirin û di 18’ê Tîrmeha 2018’an de hat rakirin.   Li gorî rapora ku Patiya Gel a Komarê di yekemîn salvegera darbeyê de weşandî ji 50 hezarî zêdetir kes hatine girtin û der barê 163 kesî de jî kar û barê edlî hatiye kirin.   5 hezar û 268 tespîtên îşkenceyê   Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) dane parve kirin.  Li gorî daneyên ÎHD’ê di 2017’an de îşkence li 5 hezar û 268 kesî hatiye kirin.   125 hezar  îxrac   Piştî îlankirina OHAL’ê bi KHK’yên hatin derxistin gelek kes hatin îxrackirin. Di du salan de bi giştî 36 KHK hatin derxistin û herî kêm 125 hezar û 678 xebatkarên cemawerî hatin îxrackirin.   Her wiha kevneşopiya çapemeniya azad hedef hat girtin.  Bi KHK’a hejmara 668, 18 televîzyon, sê ajans 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar, 29 weşanxane hatin girtin.   Saziyên jin û zarokan hatin girtin   Her wiha bi KHK’yan di nav de komeleyên jin û zarokan jî tê de  bi giştî 375 komele hatin girtin.    Hîndekara Zanîngeha Muş Alpaslan Fatma Bostan Unsal ku di 2016’an de hat îxrackirin der barê binpêkirinên mafan de nirxandin kir. Fatmayê diyar kir ku piştî hewldana darbeyê Tirkiye veneguheriye pergala demokrasiyê û wiha got: “Li Tirkiyeyê piştî darbeyên pêk hatine, du sal şûnde jiyana demokratîk rûdinişt. Lê niha tevî ku 6 sal di ser re derbas bûye hîna em derbasî pergala hiqûqê nebûne. Di 1’ê îlonê de bi KHK’yên hatin derxistin ez ji kar hatim avêtin. Gelek sazî hatin girtin. Dîplome hatin betalkirin.”   ‘Binpêkirina karîneya masûmiyetê’   Fatmayê daxuyakirin ku mirovên hatine îxrackirin ceza li wan hatine birîn û ev tişt daxuyand: “Piştî binçavkirinan mirovan berat kiribe jî encamek nedihat girtin. Îfadeyên li derdorê digeriyan, ji bilî esasên dibûn sedema KHK’ê, ger hesabê we yê Bank Asya hebûya, dibistana ku zarokên we lê dixwend dibû sedema sûc. Mixabin ji ber ku sûc dihesibandin.”   ‘Pêvajoyek giran bû’   Fatmayê di berdewamiyê de ev tişt anîn ziman: “Piştî darbeya 12’ê îlonê hinek akademîsyen ji kar hatin avêtin. Lê di hewldana darbeya dawî de pêvajoyek giran hat avakirin. Tirkiye ev 6 sal in bi OHAL’ê tê birêvebirin. Pêvajoya KHK’yan neqedyaye. Di tayînkirinên nû de pêkanîna ‘lêpirsîna ewlehiyê’ tê wateya KHK’ê.”