ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-20 09:00:01     *Mêrê bi navê Tarik Kaplan ku li hember Nurcan Kaplan a di asta destberdanê de bû, hewldana qetilkirinê pêk anî, hîna nehatiye girtin.   *Hîndekara Zanîngeha Muş Alpaslan Fatma Bostan Unal a bi KHK’ê hatibû îxrackirin, da zanîn ku di OHAL’ê de karîneya masûm a miron hatiye binpêkirin û daxuyakirin tevî 6 sal ser darbeyê re derbas bûye jî derbasî hiqûqa normal nebûne û dixwazin vê dirêj bikin.   *Ummuhan Ozdemîr a di komkujiya Pirsûsê ya ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat de xilas bû, der barê komkujiyê de diyar kir ku komkujiya Pirsûsê destpêka pêvajoya êrîş, komkujî, suîkast û binçavkirinê ye û soz da ku wê xwedî li hêviya hemû hevalên xwe derkeve.