MEBYA - DER û HDP çûn serdana goristanan 2021-07-19 15:52:28   AMED - Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê rêxistinên rêxistinên HDP û DBP'ê li gundên Licê û Pîranê çûn serdana goristanan.    Bi pêşengiya MEBYA-DER'ê rêxistinên rêxistinên HDP û DBP'ê Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun, Semra Guzel li gundên Licê û Pîranê çûn serdana goristanan. Li kuçeya Pîrejman serdana gorên HPG'yiyan hat kirin. Remziyeyê li vir axaftineke kurt kir û got ew ê dev ji têkoşîna ji bo aştî û azadiyê bernedin.    Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag jî cejna qurbanê pîroz kir û wiha got:"Heta em hebin em ji rêya aştiyê şaş nabin. Em her serhildana xwe bidomînin."   Piştî duayên li ser goristanan serdan bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.    Serdana goristana Rozerîn Çukur hat kirin   Heyet piştre çû serdana goristana li kuçeya Herîdanê ya Rozerîn Çukur a ku di 2016'an de di serdema qedexeya derketina derve ya Sûrê de jiyana xwe ji dest da.    Her wiha serdana Goristana Navenda Dicleyê ya gorên 33 HPG'yî lê hat ziyaretkirin.    Serdanên li Goristanên gundên Licê    Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer û parlamenter Semra Guzel DBP, MEBYA-DER, TUHAY-DER, TJA jî çûn serdana gorên PKK'yiyên piştî pêvajoya çareseriyê xilas bû hatin bombebarankirin ên li Çemê Elika yê Licê.    'Hûn nikarin têkoşîn û baweriya gel bi dawî bikin'   Parlamenter Semra Guzel a ku li vir axivî wiha got:"Goristan cihên bîranîna têkoşînê ye. Hemû gorên me tên bombebarankirin û zirarê diên. Ev polîtîkaya faşîst a dijmin e. Ew ji gorên me jî tehemulê nakin. Goristana Xerzanê hat valakirin. Lê belê ev gel wê tu carî çongê danîne. Hûn nikarin têkoşîn û baweriya gel bi dawî bikin."   Di dema serdanê de kevirên gorên hatine hilweşandin danîn cihê wê.    Her wiha jinek li ber gora zarokê xwe ya zirar dîtibû ji ser hişê xwe çû û Semra mudaxale kir.    Serdan bi duayên hatin kirin bi dawî bû.