Ji dayikên Cizîrê bang: Rêya yekitiyê ji aştiyê derbas dibe 2021-07-19 09:02:43     Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dayikên Cizîrê li ser girîngiya yektiya neteweyî axivîn. Dayikan anîn ziman ku bi şer tu tişt çareser nabe û gotin: “Em jiyanek azad û aştiyane dixwazin. Ji ber vê jî em dibêjin ku rêya yekitiyê ji aştiyê derbas dibe. Bi tenê yekitî dikare ji vî şerê re bibe bersivek xurt. Em hemû dayik li ser piyane û banga yekitiyê dikin.”   Ev demek dirêj e ji aliyê dewleta tirk ve li dijî deskeftî û hebûna kurdan şerekî berfireh ku hatiye destpêkirin hîn berdewam dike.  Dewleta tirk ji 23’ê Nîsanê vir ve li Herema Federal a Kurdîstanê êrîşek mezin li hemberî kurdan daye destpêkirin û bi piştgiriya PDK’ê operasyonên leşkeri li herêmê didomin. Li dijî van êrîşan di her qadê de banga yekitiya neteweyî tê kirin. Dayikên Botanê jî dubare banga yekitiyê kirin û gotin şer bi yekitiyê dê bê sekinandin.   ‘Rêya yekityê ji aştiyê derbas dibe’   Dayê Nafiye Kûçûk, diyar kir ku ew îro di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û ji bo sekinandina şer divê yekitî ava bibe. Nafiye, anî ziman ku bi salane li dijî Gelê Kurd êrîş tên kirin û ev tişt got: “Em dayik êdî şer, kûştin û komkûjiyan naxwazin.  Em jiyanek azad û aştiyane dixwazin. Ji ber vm yekê jî rêya yekitiyê ji aştiyê derbas dibe. Bi kûştinê tu tişt çareser nabe. Em kurd xuşk û biratiyê dixwazin. Lê ew tên me kurdan dikûjin. Mesut Barzanî jî kurd e. Çima pişta xwe dide dewleta tirk. Bila kurd kurdan nekujin. Ez ji Barzanî re dibêjim, dewleta tirk êrîşî me dike û me dikûje, dê sibê jî êrîşî te bike. Bila destên xwe nede destên dewleta tirk. Erdogan bi salane êrîşî kurdan dike. Mesut Barzanî jî rê daye Erdogan û rêyên çiyayên Kurdistanê ji wî re vekirine. Ger ku Barzanî rê li pêşiya Erdogan venekiriba dê nikaribûna biçin wê derê. Barzanî çawa vê qebûl dike.”   ‘Tenê yekitî dikare bibe bersiva şer’   Nafiye, destnîşan kir ku dewleta tirk bi êrîş û kuştinan dixwaze Gelê Kurd tune bike û wiha pêlda axaftina xwe: “ Bi salane çawa li gel hemû êrîşan em xilas nebûn, ji vê rojê şûnde jî em xilas nabin. Li dijî êrîşan em ê li berxwe bidin. Em êdî şer naxwazin. Em dixwazin ev xwîn bê sekinandin. Em jiyanek azad dixwazin. Gelê kurd bi kômkûjiyan xilas nabe. Wê dora Barzanî jî bê. Îqtîdar wê êrîşî wî jî bike. Hebûna kurdan qebûl nakin û hertim ji ber vê êrîşî me dikin. Bi tenê yekitî dikare ji vî şerî re bibe bersivek xurt. Em hemû dayik li ser piyane û banga yekitiyê dikin. Em êdî naxwazin zarokên me bên kuştin. Em dibêjin her bijî Kurdistan, her bijî Serok Apo. Divê em hemû dayik ji bo yekitiyê dengê xwe bilind bikin. Heta azadî pêk neyê em ê nesekinin.”   ‘Mesut çima şerê biratiyê dike?’   Dayê Aynur Elçîoglu jî bilêv kir ku bi şer û pevçûnan tu tişt nayê çareserkirin û wiha pêlda axaftina xwe: “Li dijî şer divê em xwe bikin yek û yekitiyê bidin ava kirin. Em bi yekitiyê pêşiya vî şerî bigirin. Em dibêjin xwîşk û biratî ew dibêjin şer. Ji bo me Botan û Başûr ferq nake. Divê Barzanî aliyê xwe baş hilbijêre. Îro piştgiriyê dide dewleta tirk û êrîşî kurdan dikin. Di her aliyî de êrîşî kurdan tê kirin. Ji ber vê yekê yekitiya neteweyî ji bo me gelek girîng e. Divê em bibin yek. Em cudahiyê nekin navbera xwe. Em hêza xwe bikin yek û dest bidin destên hev ku vî şerê bidin sekinandin. Em dayik azadî û aştiyê dixwazin. Bila êdî ciwan û zarokên me neyên kûştin. Bila kurd kurdan nekujin. Mesut çawa şer dixwaze? Ez vî şerî qebûl nakim û şermezar dikim. Ne heyfa Kurdistanê ye ku Barzanî lê pêşiya dijmin vedike. Ji bo rawestina şer pêdivî bi yekitiyê heye. Ji ber vê yekê jî divê em dest bidin destên heve. Ji heftsalî heta heftê salî divê em rabin ser piyan û daxwaza azadiyê û yekitiyê bikin. Ger em rabin ser piyan em ê ji vî şerê re bibin bersiv. Heta azadî û aştî pêk neyê em ê li ser piyan bin. Divê Gelê Kurd li dijî dagirkirinê bi yekitiya xwe bibe bersiv. Em dayik vî şerê bidin sekinandin. Li çar parçeyê Kurdistanê êrîşî kurdan tê kirin. Lê dîsa em bi yekitiyê dikarin bibin bersiv.”   ‘Ger em taştê bin ew ê jî bibe şîv’   Aynurê, da zanîn ku ger Gelê kurd bibe yek dê ev şer bi dawî bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em jiyanek xweş û aram dixwazin. Ger ku em nebin yek em ê têk biçin . Roj roja yekitiyê ye. Ji xeynî yekitiyê tu rêya me tune ye. Em helwesta Barzanî şermezar dikin û banga min ew e ku ji vê şaşitiyê vegerin. Bila Barzanî baş bizanibe ger em taştê bin ew ê jî dê bibe fravîn. Ji ber vê yekê bila hişê xwe Hilde serê xwe. Em êdî şer naxwazin. Em naxwazin êdî xwîn birije. Heta jiyanek azad û aştiyane ava nebe em ê li ber xwe bidin.  Ji bo pêşeroja xwe divê em li berxwe bidin û yekitiyê bidin ava kirin. Em bang li Barzanî dikin ku piştgiriya dijmin neke û ji vê rêyê vegere.”