'Bi dirûşma berxwedan jiyan e me dest bi meşa 19'ê Tirmehê kir' 2021-07-19 09:01:34     Nalîn Bêrîvan   KOBANÊ - Serhildana 19’ê Tîrmehê bû bingeha damezrandina jiyanek hevbeş. Jina bi navê Semîra Ehmed ku bûye şahida van rojan têkildarî 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava wiha got: "Bi pêşengtiya jinan şoreş, pêk hat. Bi dirûşma berxwedan jiyan e me dest bi meşa 19'ê Tirmehê kir."   Gavên destpêkê yên serhildana li dijî desthiladariya dewletên Ereban li welatên weke Misir, Cezayîr, Tûnis, Lîbya û Sûriyeyê dest pê kirin. Ev serhildanan weke bihara Ereban hatin binavkirin. Bê guman heman desthiladarî li ser gelê kurd jî dihate kirin. Li dijî desthiladariya BAAS'ê ya li Rojavayê Kurdistanê, cara yekem gelê Kantona Kobanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de daketin qadan û gavên şoreşê yên yekem dan destpêkirin. Piştî serhildanên gel Rejîma BAAS'ê neçar ma ji Kantona Kobanê derkeve. Gel êdî sazî, şaredarî û bajarê xwe bi xwe bi rê ve birin. Piştî Kobanê gelê herêma Cizîr û Efrînê jî serî hildan û Rejîma BAAS’ê neçar ma leşker û hêzên xwe ji tevahî Bakur û Rojhilatê Suriyeê paşve bikişîne. Yek ji kesên ku wê demê bûye şahida serhildanan û bi xwe jî cihê xwe di damezrandina Şoreşa Rojava da girtiye, Endama Mala Jinê ya Kantona Kobanê, Semîra Ehmed ji ajansa me re axivî.    'Em jin xwedî rêxistin bûn'   Semîra Ehmed wiha behsa rol û pêşengtiya jinê ya di şoreşa 19’ê Tîrmehê de dike: "Di sala 2011’an de di encama serhildanên gel de rejîma BAAS’ê  ji bajarên me derket. Dema ku rejîm li herêmên me desthiladar bû jî me xebatên xwe dida meşandin. Em wek jin jî xwedî rêxistin bûn. Wê demê navê rêxstina me ya jin Yekîtiya Star bû. Me di nava civakê de bi awayên veşartî kar dida meşandin. Lê gel bi awayekî berfireh navê tevgera me nedizanî, ji ber wê di nava gund, taxan û gel de ji me re cepewî dihate gotin. Ji ber me karê xwe bi awayên veşartî dida meşandin. Her kesî nedizanîn ka bê em çi karî dikin. Dema ji me dihate pirsîn me digot em ji bo tevgerê kar didin meşandin. Kobanê cihekî wisa ye ku cara yekemîn malovanî ji bo Rêber Apo kiriye. Min bi xwe Rêbertî nedîtiye, lê hevalên me yên wê demê gelekan Rêber Apo dîtine. Hevalek me ya bi navê Meroş hebû wê Rêbertî dîtibû, wê ji me re pêşengtî dikir. Ya rast me di wir de rêxistin nas kir. Yanî em nikarin bêjin me bi her awayê rêxistin nas kir, lê belê hezkirinek me ji rêxistinê re çêbû. Li ser wê hezkirinê me bê navber dixwest em kar bikin."   'Serhildana 19’ê Tîrmehê rih da herkesî'   Semîrayê di berdewamiya gotinê xwe de bal kişand ser rojên destpêka şoreşê û wiha pê de çû: “Rojên ku serhildan dest pê kir, coşek bê hempa di dilê her kesî de çêbû. Dema rejîma BAAS’ê li vir bû, ji bo her kesî rojek tarî bû. Bi taybetî jî ji bo jinan jiyan tarî bû. Tu derfetên jinan ên jiyanê û derketina derve tune bû, an jî jinên ku derketibûna ji milê dewletê ve rastî girtin û zilmê dihatin. Beriya serhildana 19’ê Tîrmehê rejîmê her roj bi ser malan de digirtin, jin, zarok, ciwan û mêr digirtin îşkence dikirin. Li beranberî van kiryaran kesekî nedikarî serê xwe hilde. Lê jina ku cepewî bû li beranberî wan kiryaran serî hildida û hemû kes li dora xwe kom dikirin. Ew jinana ku rihê Bêrîtanan, Zîlanan û Semayan nas kiriye pêwîstî bi gavavêtineke nû didît. Bi taybet jin li beranberî welatparêziyê gelekî baldar e û zû agahdar dibe. Hezkirana jinan a li beranberî welat xurtir dibe."   'Me bi dirûşma azadiyê dest bi meşê kir'   Semîrayê coşa gel a ji bo azadiyê bi van gotinan vedibêje:"Dema me nû dest bi serhildanê kir em çar hevalên jin destpêkê derbasî cihê rejîmê yê li Kaniya Kurdan bûn, me dît li wir çar hevalên mêr hene. Lê qet jin tunebûn, di destpêkê de tirsek hebû, her kes wisa dihizirî, digotin ger rejîm derketibe dibe ku pevçûn çêbibin. Piştî ku me dît jin tune ne me got em herin li meydanê bisekinin bila jin li dora me kom bibin. Dema em çûn li wir sekinîn, ev ji her kesî re bû cihê kêfxweşiyê û her kesî derê malên xwe vekirin û hatin tevlî me bûn. Piştî ku her kes hat êdî me dest bi meşê kir, çalakiyên cihêreng dest pê kir. Me bi dirûşmên azadî, bijî Serok Apo û berxwedan jiyan e, dest bi meşê kir. Dema bi hezaran kes herikîn qadan, êdî ew tirsa li ser gel jî rabû û her kesî dixwest pêşengên xwe bibînin û li dora wan kom bibin. Bi wê hejmara gel em meşiyan, me bi ser hemû saziyên dewletê de girt û hemû sazî ketin destên gel, ew karmendên dewletê yên li wir hebûn hemû tirsiyan û gav paşve avêtin. Ji gel tirsiyan û daxwaz kirin ku gel wan nekuje, jixwe aramanca me ne kuştina wan bû armanca me têkçûna wê zilmê bû. Em gihîştin aramanca xwe, me rejîm ji bajarê xwe derxist û rêveberiyên xwe bi vîna xwe hilbijartin."   'Şoreşa me ji cîhanê re bû mînak'   Semîrayê di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser pêşengtiya jinê ya di nava şoreşê de û wiha dirêjî da gotina xwe:"Piştî ku rejîm ji bajarê me derket, em hemû li Qada Azadiyê kom bûn û me şahiya serkeftina xwe li dar xist. Ez yek ji şahida wê rojê me ku tu kes li pêşiya zarokên xwe nebû asteng û her kesî bi xwe zarokên xwe tevlî nava refên artêşbûnê dikir. Yên pêşengtiya tevlîbûnê jî dikir jin bûn. Wê demê navê artêşê weke YXK hate bikaranîn. Di wê demê de jinên ciwan û xort derketin pêşiya gel navê xwe dan û derbasî nava artêşê bûn. Wê demê dayikan digotin “Şukir ji rihma Xwedê, em jî bûn xwediyê welatê xwe”. Bi rastî jî gavek mezin di 19’ê Tîrmehê de hate avêtin. Piştî van deskeftiyan, êdî me mala jinê bi awayekî lez di taxan da vekir, asayîşa jinê bi awayekî du navendan hate rêxistinkirin, daleta jin, dîplomasî û gelek saziyên din ên jinan hatin vekirin. Ew saziyana ji milê jinan ve eleqeyek mezin dîtin û her kesî cihê xwe di van xebatan de girtin. Ji bo wê yekê em dibêjin yên bûn pêşengên damezrandina pergala netewa demokratîk ya di herêmê de jin in."   'Em jin şoreşê diparêzin'   Semîrayê di dawiya gotinên xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got:"Piştî damezrandin û deskeftiyên şoreşê çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên deweleta tirk êrîşî herêmê kirin. Her çendî êrîş û dagirkerî li ser me û welatê me were meşandin jî lê em weke jin car din bi felsefeya Rêber Apo jiyana xwe diparêzin û xwedî li deskeftî û şehîdên xwe derdikevin. Ger welatê te tunebe, wateya hebûna zarokên te jî tune ye. Jixwe mirov bê welat jî nikare bijî. Niha jî dewelta tirk bê navber êrîşî xaka Başurê Kurdistan dike. Di bajarê me de jî dewleta tirk li rêveberiya me ya jinê da û du hevalên me yên Koordînasyona Kongreya Star û di encama van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîşana ne tenê li ser jinên kurd tê meşandin, ev êrîşana li ser tevahî jinên pêşeng tên meşandin. Em jin êdî bûne xwediyê wê zanebûnê û xwedî li deskeftiyên xwe derdikevin. Êdî em jinên kurd û ereb bi hev re li ser yek armancê têkoşîn dikin û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe dikin rêgeza bingehîn a jiyanê. Em ê jin deskeftî û şoreşa xwe heta dawiyê biparêzin û xebatên xwe bê tirs bidin meşandin."