ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-19 09:00:00     *Serhildana 19’ê Tîrmehê bû bingeha damezrandina jiyanek hevbeş. Jina bi navê Semîra Ehmed ku bûye şahida van rojan têkildarî 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava wiha got: "Bi pêşengtiya jinan şoreş, pêk hat. Bi dirûşma berxwedan jiyan e me dest bi meşa 19'ê Tirmehê kir." DÎMEN HEYE   *Dayikên Cizîrê li ser girîngiya yektiya neteweyî axivîn. Dayikan anîn ziman ku bi şer tu tişt çareser nabe û gotin: “Em jiyanek azad û aştiyane dixwazin. Ji ber vê jî em dibêjin ku rêya yekitiyê ji aştiyê derbas dibe. Bi tenê yekitî dikare ji vî şerê re bibe bersivek xurt. Em hemû dayik li ser piyane û banga yekitiyê dikin.” DÎMEN HEYE   *Pêngava Şoreşa 19'ê Tîrmehê, vejîna gelê azad xwedî wateyeke pir mezin e. Di avakirina azadî, aştî, wekhevî û azadiya jin û aramiya gelê herêmê de rojeke bi wate ye. Deskeftiyeke felsefeya netewa demokratîk e. Ev destkeftî di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên herêmê girîng e. JI PÊNÛSA JINÊ