Jinên enternasoyonalîst ji bo Şoreşa Rojava bang kirin 2021-07-18 14:32:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava û Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo Şoreşa Rojva bang kirin û gotin, "Em ê di berxwedanê de bi yek bin."   Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst ji bo salvegera 9'emîn 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava daxuyaniyeke hevar dan. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê hatin bibîrxisitn û wiha hat gotin,''. Çawa ku em 2014‘an dema Kobanê, 2018 dema Efrînê û 2019‘an di dema Serêkaniyê de derketin kolanan, îro jî divê em li kêleka gerîla cih bigirin û li hemberî faşîzmê li herderê deng û têkoşîna xwe bilind bikin.''   Daxuyaniya hevpar a Kampanya RiseUp4Rojava, Komîna Enternasyonalîst a Rojava, Jinên Ciwan ên Enternasyonalîst bi giştî wiha ye:   "Piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û rojavayê Kurdistanê. Di 19‘ê Tîrmeha 2012‘î de gelê Kobanê qedera xwe kir dest xwe û leşker û rêveberên rêjîmê û Esad ji xaka xwe qewitandin. Bi vî awayî gel dest bi avakirina xwerêveberiyê kir. Roja piştî vê, di 20‘ê Tîrmehê de gelê Efrînê jî bi heman rengî gav avêt û mehên li pey wê gelê Cizîrê jî gav bi gav herêmên xwe rizgar kirin. Di ser vê demê re 9 sal derbas bûn.   Rojava têkoşîneke ji bo me hemûyan e   Di van 9 salan de Rojava bi gelek êrîşên dijwar re rû bi rû ma û îro jî ev gef li ser heye. Êrîşên cûr bi cûr ên fizîkî-leşkerî, aborî, îdeolojîk-çandî, civakî û dîplomatîk-politîk di zik hev de pêk tên. Rojava û Tevgera Azadiyê li çar perçeyên Kurdistanê di nava van şert û mercên zor ên van 9 salên dawî de mîna mertalek li beramberî faşîzmê xwe îspat kirin. DAÎŞ bi awayekî serkeftî hat têkbirin û xeta serbixwe ya gel, ku nabe tarafdarê hêzekê dîtir ê herêmî û navneteweyî, hatiye parastin. Ji ber vê Rojava têkoşîneke ji bo me hemûyan e û nîşana hêviyê ye. Îspat û semboleke ku di sedsala 21‘êmîn de gelên bindest hîn jî dikarin qedera xwe bi destê xwe bixin û dîroka xwe ya rizgariyê bi xwe binivîsin.   Rojava şoreşekê ji bo me hemûyan e   Rojava weke şoreşa avakirina jiyanekê azad xwe daye rûnişkandin. Di vê şoreşa sosyalîst a sedsala 21‘ê de cih ji her kesî re heye. Îro li vir, cihekê ku bi sedan salan ji aliyê mêtingeriyê, netewperestî û nîjadperestiyê ve hatiye talankirin û fetisandin, Kurd, Ereb, Ermen, Aşurî, Suryanî, Misilman û Xiristyan bi hev re dijîn û hewl didin cîhana xwe ji nû ve ava bikin. Rojava şoreşekê ji bo me hemûyan e, rê li pêşiya me nîşan vedike ji bo azadiya jin, hilberandina ekolojîk û demokrasiyekê ji xwe bawer. Rojava îspata wê ye ku kapîtalîzm ''dawiya dîrokê“ nîne, lê em dîrokê bi xwe dinivîsin û em dikarin ji kapîtalîzmê bibihûrin.    Efrîn, Serêkaniyê, Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşîn – Berxwedana antî-faşîst   Ruxme ku ji aliyê erdnîgariyê ve piçûk xuya  bike jî Rojava û şoreşa Kurdistanê di bin zext û xeteriyên ciddî de ye. Çima? Ji ber ku ya heyî lêpirsîn dike û alternatîfan diafirîne. Yên faşîst û emperyalîst jê ditirsin, ji ber ku ji hebûn û desthilatdariya wan re xeteri ye. Ji ber vê jî çi ji destê wan tê dikin ku mîsogeriya şoreşê, PKK û gerîla, tune bikin. Êrîşa ji aliyê dewleta Tirk a faşîst li ser çiyayên rizgarkirî yên Herêmên Parastina Medya êrîşeke li ser tevahî destkeftiyên şoreşê ye. Çawa ku Rojava di eniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de berdewam tê parastin, îro bi taybetî li Metîna, Zap û Avaşînê jî tê parastin.   Gerîla, Gel û piştgiriya navneteweyî   Serkeftina li hemberî faşîzmê ne dûr e. Ev serkeftin îro û niha mumkin e, heger em fêm bikin ku ti ferq û cudahî di navbera gerîla û Rojava de nîne. Em ê bibînin ku her êrîşekê li ser gerîla di heman demê de êrîşekê li ser Rojava ye. Gerîla, gelê Bakur, Başur û Rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin. Ev berxwedaneke li hemberî faşîzm û mêtingeri ye, berxwedanekê ji bo serxwebûn û jiyanekê azad û bi rûmet e. Li gorî vê divê em jî îro şoreşê di qada navneteweyî de biparêzin. Çawa ku em 2014‘an dema Kobanê, 2018 dema Efrînê û 2019‘an dema Serêkaniyê de derketin kolanan, îro jî divê em li kêleka gerîla cih bigirin û li hemberî faşîzmê li herderê deng û têkoşîna xwe bilind bikin.   Di salvegera 9‘êmîn a Şoreşa Rojava de bi rihê berxwedana gerîla li Metîna, Zap û Avaşînê em bang li we dikin saziyên dewleta tirk û alîkarên wê yên dagirker bidin sekinandin. Çalakiyên afrîner bikin."