Greva birçîbûnê ya li Yewnanistanê di roja 198'an de ye 2021-07-18 11:49:54   NAVENDA NÛÇEYAN-Greva birçîbûnê ya li Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan tê lidarxistin di roja 198'an de bi dewergirtina koma 40’î dewam dike.    Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê û binpêkirinên mafan li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehan greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger  hatibû destpêkirin û piştî wê li gelek bi heman armancê grev hatibû destpêkirin. Li Yewnanistanê jî greva ku bi heman aramancê hatibû destpêkirin berdewam dike.    Çalakî li kampa Lavrîo ya Atînayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê û ji pênc rojan carekê bi dorveger  dewam dike. Çalakî di roja 198'an de bi dewrgirtina koma 40'î dewam dike.    Koma nû ku çalaki dewer girt  bi rêzgirtinê dest pê kir. Berdevkê koma nû diyarkir ku ew çalakiya xwe bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê  û 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojeva dewr digrin.    Merasîma dewergirtinê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bi can, bı xwîn em bi te re ne ey Serok" , "Bijî berxwedana zindana" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.