18'ê Tîrmeha 1908: Rêwiya aştiyê Mîldred Ryder ji dayik bû 2021-07-18 11:13:17   Mîldred Ryder a ku ji bo teşwîkî Aştiyê bike ji 25 mîlan zêdetir meşiya ji dayik bû.   Mîlred di 1'ê Çileya 1953'yan de ji Calîforniayê dest bi meşê kir. Mîldred a ku li dijî êrîşên DYA'yê yên li hemberî Kore û Vîetnamê jî meşiya nîşana Peace Pîlgrîm girtiye û di 1981'ê de di encama qezayek trafîkê de jiyana xwe ji dest daye.   Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:   1947- Li Sîngapurê jinan mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xist.   2004: Yek ji derhinerên Sînemaya Tirk Feyturye Esen, di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Feyturiye di 2001'ê de Di Mîhrîdana Fîlmên Jinan a Uçan Supurge de jî plaket girtibû.   2020: Li Şirnex, Êlih, Agiriyê û gelek bajarên din êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan bi çalakiyan hat şermezarkirin. Meclisa Jinan a HDP'a Îzmîrê jî êrîşên zayendî û tecawiza li hember zarokan a li Şirnex û Êlihê şermezar kir.