Berxwedana greva birçîbûnê di roja 234'an de ye 2021-07-18 10:38:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafan hatiye destpêkirin di roja 234'an de didome.   Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîda ku li Girtîeha Tîpa F a Îmraliyê 22 sal in berdewam dike û li dijî binpêkirinên mafan di 27'ê Mijdara 2020'î de bê dem û dorveger hatibû destpêkirin di roja 234'an de ye. Berxwedan bi koma 47'emîn didome.     Duh jî li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya Şirnexê bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran (MED TUHAD-FED) bi dirûşma "Dema Dema Azadiyê ye" şayiyek hat lidarxistin.  Di şahiyê de bi hezaran kesên ku kom bûn bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan û xwestin ku demildest tecrîd bê bidawîkirin.    Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz a ku di şahiyê de axivî jî bal kişnad ser êrîşên li ser Gelê Kurd û li hemberî vê girîngiya yekitiya neteweyî. Salîha Wiha got, "Tirkiye dixwaze kurdan tune bike û kurd jî li heberî vê têkoşînê mezin dikin. Ger ku em yekitiya xwe ava nekin wê ev êrîşên qirêj bidomin. Divê em li 4 parçeyan yekitiya xwe ava bikin. Dem dema bidawîkirina tecrîda li ser Birêz Oclana e."