Şêniyên Mexmûrê li hemberî dorpêşa 2 sal e didome meşiyan 2021-07-18 09:41:14   MEXMÛR-Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şermezarkirina 2’emîn salvegera rêgirî û dorpêça li ser wargehê meşiyan.   Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo şermezarkirina 2’emîn salvegera rêgirî û dorpêça li ser wargehê meş hat lidarxistin. Meş ji ber Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta ber deriyê saziya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de girseyê dirûşmên “bijî berxwedana mexmûrê”, "Bijî berxwedana gerîlla”, “Bimre îxanet”, “Bijî Rêber Apo”, bê navber berz kirin û pankartên bi nivîsa, ““Tekoşîna me ya hevbeş, wê îxanetkaran têk bibe, Kurdistan ne mala Barzaniyan e, warê hemû Kurda ye” hatin hilgirtin. Li ber deriyê neteweyên yekbûyî li ser navê girseyê ji hêla Endama Rêveberiya Meclîsa Îşatar  Xantur Kara VE daxuyaniyek hat dayîn.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin;   Dewleta tirk ya xwedî feraseta faşîst û qirker, Gelê Kurd hertim dike armanca xwe. Li ser vî esasî ji roja tevgera azadiyê dest bi vê têkoşînê kiriye û heta niha, vê dewletê her gava hatiye avêtên hewl daye bi şêwazek hovane vale derbêxe û niha jî em dibînin nirx û destkeftiyên Gelê Kurd ku bi xwîna hezaran şehîdên hatine bidestxistin tune bike.  Îro em dibînin li aliyek gef li Rojava û li  başûrê Kurdistanê tên xwarin û li aliyekî jî MÊexmûr û Şengal di nav de bi taybet hewl dide herêmên parastina medya dagir bike.    Bi vê boneyê piştî bûyera 17’ê Tîrmeha  2019’an bi destê asayişa PDK’ê û rêveberiya hûkimeta Herêma Federal a Kurdistanê li ser wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî rêgirî û dorbeç hatiye danîn û rê nayê dayîn ku şêniyên wargehê derbasî cihên ku dibin serweriya PDK’ê de ne bibin. Li ser vî esasî em dikevin 2'emîn salvegera dorpêç, rêgirî û ambargya li ser wargehê.    Em weke şêniyên berxwedêr yên wargeha Şehîd Rustem Cudî di serî de bang li gelê me yê başûrê Kurdistanê, tevahî Gelê Kurd û dostên kurdan dikin ku li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin. Yekitiya xwe ava bikin û li hemberî hêzên qirker têbikoşin.   Daxûyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo, "Bijî Berxwedana Gelê Mexmûrê" û "Bimire Îxanet” bi dawî bû.