Hêviya sedsala 21'ê: Şoreşa Rojava 2021-07-18 09:28:56   NAVENDA NÛÇEYAN - Şoreşa Rojava ya ku hêviya jiyaneke nû ya gelan e 10 salî ye. Rojnameger Ozgur Serhad ku Şoreşa Rojava di cih de şopand diyar kir ku şoreş ji bo sedsala 21’ê bûye hêvî û ji bo gelên di cendereya bi xof a modernîteya kapîtalîst de jî bûye bîhnek.   Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji bo gelên cîhanê mizginiya jiyanek nû hat dayîn. Şoreşa Rojava ku bihara Ereban a li Rojhilata Navîn li Sûriyeyê veguhert bihara gelan, gava wê ya ewil li Kobanê hat avêtin. Em dikevin 10’emîn salvegera  Şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava ku paradîgma Rêberê PKK’ê ya Abdullah Ocalan ya ‘ekolojîk, demokatîk û azadxwaz’ esas girt, di heman demê de rêveberiyek xweser a demokratîk jî esas girt. Sedema hedefgirtina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev paradîgma ye.    Di 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava de em bi rojnameger Ozgur Serhad re ku bi salan li herêmê rojnamegerî kir re axivîn.   *Di ser şoreşê re 10 sal debas bûn. We bi salan rojnamegerî kir. Şoreşa Rojava bi taybet ji bo Kurdan û hemû gelên cîhanê xwedî girîngiyek çawa ye?   Şoreşa Rojava ji bo gelan bû hêvî. Di cendereya bi xof a modernîteya kapîtalîst  de ji bo gelan bû bîhn. Ji bo mirovahiya cîhanê bû hêviya jiyaneke nû. Şoreşa Rojava, pergala dewletê ya ku digot ‘serdema şoreşan derbas bûye, êdî şoreşê nefikirin’ û ji gelan re gotin riyeke din ya çareseriyê tune ye serobin kir û ji bo gelan bû hêviyek nû. Ev 10 sale ji bo gelan hêvî ye. Ji gelek deverên cîhanê mirov hatin vir û piştgirî dan, canê xwe danîn holê.   *Şoreşa Rojava çi soz da gelan, çawa ket jiyanê?   Eleqeya gelê cîhanê ya li hember Şoreşê pir zêde ye. Ger ambagoyek wisa giran tunebûna, deriyên sînor vekiribûna, wê gelên cîhanê zêdetir bibûna yek û xurtir bibûna. Lê bi vê rewşê jî pêngavên girîng hatin avêtin û bi taybet li ser esasê azadiya jinê pêngavên girîng hatin avêtin. Tevî zext, êrîş û ambargoyê beyî hewcedariya kesî pergalek hat avakirin. Li ser esasa jiyanek wekhev, azad û adîlan e rêxistinkirinek cidî hat kirin. Beyî girêdayê derve bimînin pergalek ekonomîk hat avakirin. Gelê Kurd derfeta bi zimanê xwe perwerde bibe bi dest xist. Îro Kurd ji dibistana dayikê heta zanîngehê bi zimanê xwe perwerdê dibînin. He rwiha gelên Ereb, Suryanî jî bi zimanê xwe perwerdê dibînin. Tişta di qada perwerdê de hat kirin şoreşe.    Dîsa pergala hevseorkatiyê, bi vê pergalê re li ser esasê wekhevî û azadiyê di her qada civakê û siyasetê de şerta  wekhivya jin û mêr anîn û guherîna zîhnî ya cidî da destpêkirin. Ji komûnan heta meclîsan pergala hevserokatiyê hatiye rêxistinkirin. Rewşa newekheviya jin û mêr tê redkirin.   *Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê piştî şoreşê di çarçoveya perspektîfa netewa demokratîk a Abdullah Ocalan de pêvajoyek avakirinê heye. Gelo paradîgma di 10 salan de li herêmê çi guhert, pergalek çawa ava kir?   Paradîgma netewa demokratîk, di esasa hevkariya gelan de, bi awayekî azad tevlî pergala rêveberiyê ye û mafê kêmaran diparêze ye. Roja şoreşê dest pê kir şûnde li ser esasê yekitiyê nêzî gelan bûn. Bi paradîgma netewdewletê nêz bibûna, îro wê Rojava biguheriya gola xwînê. Dikaribû pevçûneke di nav Kurd-Ereban de bi salan bidomiya. Lê ji serdî de bi perspektîfeke jiyanê ya hevpar nêz bûn û di vê mijarê de hewldana gelan hebû. Ji roja şoreş pêk hat her tim êrîş jî hebûn. Ewil El Nusra, piştre DAIŞ û komên çeteyên din. Tevî hewldanên tunekirin, zext û sîxuriyê îro gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana bi hev re diparêzin. Nokteyek girîng heye, yekem car Kurd û Ereb li dijî DAIŞ’ê têdikoşiyan. Dîrok nivîsin.   *Bandora şoreşa Rojava a li ser Ereb, Çerkez, Asurî, Ermenî, Tirkmenan çawa bû? Ev çawa hatin derbas kirin. 10 sal derbas bû, gelan tevlîbûn di kîjan astê de kirin?   Sûriye mozaîka gelan e. Heta niha Rejîma Baas netewperesetiya Ereb esas girtiye. Girîngî nedaye gelan û kurd jixwe herdem dibin zextên wan de bûn.  Ji bilî Ereban kes qebûl nekirine û hewldane yên din jî bikin Ereb. Dîsa di nav gelê Ereb de hinek Elewiyan Sûriye bi rêve biriye. Ev pêkanînên dij demokratîk bi gelan dane jiyîn. Gelê Ereb yê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji van dijhiqûqiyan nerehet bûne. Ji ber vê jî tevlî şoreşê bûn. Niha gelek eşîrên mezin tevlî rêveberiya xweser bûn. Piştgirya xwe deklere kirin. Ev reş ji bo Asurî, Ermenî û Tirkmenan jî derbasdare.   *Şoreşa Rojava ji bo jinên cîhanê jî bû hêz. Hun li herêmê bandora şoreşê ya li ser jinê çawa dinirxînin?   Di jiyana jinan de guherînek mezin tê kirin. Lî rojava jin di her qada jiyanê de bi awayekî xurt tevlîbûna xwe pêk tînin. Ji siyasetê heta aboriyê, ji perwerde heta tenduristiyê di her qadê de xwedî gotinin. Pergala hevserokatiyê temînata wekheviyê ye û  fikrek xurt e. Îro dema biryar tên girtin beyî jinan nayê girtin. Mêr tenê biryarê nadin. Pêşdarazî yek bi yek tên şikandin. Bêguman ev ne hêsan e. Bi saya îrade û baweriya xurt a jinê tê serketin.   *Em dixwazin vê jî bipirsin.  Rêxistinbûna jinan di 10 salan de gihişt kîjan astê?Jin di ku derê vê pergalê de ne? Piştgiriya vê ya ji bo têkoşîna jinan çi ye?   Tevgera jinan a li Rojava hedef dike ku xwe bigihîne hemû jinan. Sala borî min kongra wan şopand. Nîqaş û nirxandinên cidî hatin kirin. Hedefa wan ev bû ku xwe bigihînin hemû jinan. Hîna jî di vî alî de xebat dimeşînin. Heta jin nekevin jiyana rêxistinkirî serkeftina şoreşê jî ne pêkan e. Ji roja şoreşê dest pêkiriye jinan di her qadê de nûnerî kiriye. Di Baas û pergalên dewletê de cihê jinê tune ye. Ji ber vê jî wek îrade di cihekî de cih negirtine. Pergala serdest a feoldal her tim jin cuda dîtiye. Lê bi Şoreşa Rojava ku di heman demê de şoreşa jinê ye re guherînek mezin hat kirin. Li her qadê jin hene û Pêşengên pergalê ne.   *Li herêmê jin li her qada jiyanê xwedî gotinin. Bandora herî mezin a  serkeftina jinê çi ye?   Di 1979’an de Rêber Apo tê Rojavayê Kurdistanê û ji bo şoreşê bingehek tê avakirin. Di encama têkoşîna keda 20 salan a Rêber Apo de jin hatin vê astê.  Tova avêt, şîn bû û di şexsê jinê de berhem da.  Bêguman divê ev tenê di alî jinê de neyê destgirtin, wê kêm bimîne. Rêber Apo di xeta azadiya jinê de di pêşketina jinan a paradîgmaya netewa demokratîk de, rengê jinê û hebûna jinê ispat kir. Ger îro jin serî netewînin, ev bi saya Rêber Apo ye.   *Şoreşa Rojava niha di hedefa hêzên emperyal û mêtînger de ye. Gelo çi li benda gelan e? Atmosferek çawa serdest e?    Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojava pêk hat û piştre her tim bû hedef.  Ji ber ku şoreşa Rojava ji bo gelan alternatîf pêşkêş kir.  Di sala 10’emîn de li dijî êrîşan hewl tê dayîn ku parastina cewherî û rêxistinbûn zêdetir bên xurtkirin. Ji ber dixazin şoreşê bifetisînin. Lêgerîna jiyaneke nû û azad heye.   *Li dijî hedefgirtina Şoreşa Rojava bendewariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelên cîhanê û jinan çi ye?   Ev şoreşeke ku 12 hezar şehîdên wê hene ye. Şoreşa ku hemû gel hewand ji bo gelên cîhanê bû hêvî. Pergaleke alternatîf afirand û li cîhanê mînaka wê ya şênber tune ye. Divê gelên cîhanê û jin vê rastiyê bibînin. Şoreşa Rojava ne ji bo parçeyekî ye. Azadiya jinan, wekhevî, modelek nû ye. Piştevaniyeke jinên cîhanê heye. Ev girînge.Divê ji bo qebûlkirina statuyê jî hewldan bên kirin.