Encamnameya komxebata şaredariya pirzimanî hat eşkerekirin 2021-07-17 16:06:43     AMED - MED-DER’ê encamnameya komxebata “Dem dema parastina ziman e” bi daxuyanîyek niviskî eşkere kir.   Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) encamnameya komxebata şaredariya pirzimanî ku bi hevkariya Komîsyona Rêveberiyên Xwecihî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rê ve biribûn bi daxuyanîyek nivîskî eşkere kir. Di nîqaş û nirxandinên du rojan de, ji aliyê nûner û rêvebirên Saziyên Sivîl, Hevserokên Şaredariyan û beşdarên Komxebatê ve tespîtên ku hatiye kirin parve kirin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di dawiya çaryeka sedsala 20'î de bi geşbûna Têkoşîna Azadiya gelê kurd re, li bajarên Kurdistanê di warê Rêveberiyên Xwecihî de pêşketinên girîng pêk hatin. Gelê kurd li bajar, navçe û bajarokan di her hilbijartinê de hêjmara şaradariyên ku ji bo gelê kurd û dostên gelê kurd dihatin wateya mewziyên demokrasiyê zêdetir kirin. Di van mewziyên demokrasiyê yên ku bi ked û têkoşîneke bêhempa û bi Hişmendiya Neteweyî hatin bidestxistin de ji bo ciwanan, navendên sazî û akademiyên perwerdehiyê yên çand û ziman hatin vekirin.”   Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:   “Li Amedê Konservatuara Aram Tîgran, Akademiya Cegerxwîn, li Şaredariyên bajar, navçe û bajarokên din ên ku bi hişmendiya; "Em ê xwe jî bajarên xwe jî bi rê ve bibin" xebat û xizmetên ji bo civaka azad û wekhev meşandin û di bin banê van şaredariyan de gelek sazî û dezgehên çand, ziman û perwerdehiyê hatin avakirin û eleqeya ciwan, zarok û tevahiya civakê ya ji bo van navendan, tirs û xofeke mezin xist nava dilê  desthilatdaran, vê helwest û hezkirina civakê û ciwanan ji bo berdewamî (Beka) xwe û dewletê wekî xetere dîtin û piştî hilbijartina Adara 2009'an bi hincetên vala û bêbingeh, bi “Operasyonên  KCK'ê” bi sedan siyasetmedar û hilbijêrên kurd hatin girtin. Di salên 2016 û 2019'an de bi peywirdarkirina qeyûman vîna gel hat desteserkirin,  hevşaredar, Endamên Meclisên Şaredariyan û bi sedan hilbijêr û siyasetmedarên kurd hatin girtin û hîn jî van  Şaredar û Siyasetmedaran girtî û di pişt deriyên hesinî de ne. Polîtikaya qeyûman bêtehemûlî û neyartiya zimanê kurdî ye. Li hemû Şaredariyên  qeyyûm hatin peywirdarkirin xebatên ziman hatin hedefgirtin û astengkirin, tabeleyên kurdî hatin daxistin, navê cih û warên kurdî hatin guherandin, peykerê pêşengên  kurd ji qadan hatin rakirin, dibistanên kurdî hatin mohrkirin, akademiyên kurdî hatin desteserkirin, hemû sazî û dezgehên zimanê Kurdî û bi navê kurdî çi hebû bûn hedefa polîtîkayên înkar, îmha  û talanê yên AKP-MHP'ê û hatin hilweşandin.”   “Bi armanca; em çawa karibin pêşî li van polîtîkayên pişaftin, înkar û îmhayê yên AKP- MHP'ê bigirin û li hemberî  polîtîkayên înkar û pişaftinê,  ji tecrubeyên têkoşîna dehsalan sûd werbigirin û polîtîkayên alternatîf  biafirînin, Wekî Med-Der(Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê) û Komîsyona Rêveberiyên Demokratîk a  HDP'ê Komxebata bi mijara;   "Di Rêveberiyên Herêmî de Pirzimanî ya bi dirûşma;"Dem Dema Parastina Ziman e" di 28 û 29'ê Pûşperêde, bi beşdariya   DBP, Estîtuya Kurdî ya Stenbolê, Estîtuya Kurdî ya Amedê, Rojnameya Xwebûn, Rêxistinên HDP'ê yên bajaran, Egitim  Sen, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Platforma Zimanê Kurdî, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Çandê, Hevserokên Şaredariyên HDP'ê, Komeleya Rosa, Komeleya Huqûqnasan a ji bo Azadiyê, Baroya Amedê, Tevgera Jinên Azad, Komeleya Wêjekarên Kurd, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Komîsyona Ziman a HDP'ê, Kased, PENa Kurd, Saziyên Ziman, Parlamenterên  HDP'ê, Akademîsyen, Zimanzan, Rewşenbîr û Saziyên Sivîl me ev Komxebat pêk anî. Hemû hevpar û beşdarên Komxebatê Zanîn û serpêhatiyên xwe yên di derbarê Rêveberiyên Herêmî de, di du rojên  Komxebatê de bi hev re parve kirin û  girîngiya “Di Rêveberiyên Herêmî de Pirzimanî”yê bi awayekî zelal anîn ziman.”    Encamên ku hatine diyar kirin wiha nin:   *Ji bo jiyeneke wekhev û azad, Pêwiste Reveberiyên Herêmî di hemû xebat û xizmetên xwe de, Zimanên ku ji mafê perwerdehiyê bêpar mane û bi xetereya tunebûnê re rû bu rû ne xebatên pêşvebirin û xurtkirina van zimanan bimeşînin.   *Pêwist e li hemû saziyên Reveberiyên  herêmî hasasiyetên gelê herêmê li ber çavan bên girtin, zimanê gelê herêmê  were zanîn,  axaftin bipêşxistin.   *Bi polîtîkayên pişaftinê yên dewletê ku 98 sal in li ser zimanê kurdî tên meşandin, armanc kuştin û tunekirina Zimanê Kurdî ye. Pêwist e siyaseta Kurd ji bo pêşîlêgirtina vê xetereyê xebatên navxweyî û navneteweyî bimeşîne.   *Pêwist e siyaseta me, li gorî daxwaza gelê me ya azadiya zimanan be û ev daxwaz di bernameya partiyên me yên siyasî de cihê xwe bigire.   *Di sedsala 21'emîn de hîn jî bikaranîna Zimanê Kurdî li saziyên fermî yên Tirkiyeyê qedexe ye û di belge û girtekên parlamentoyê û dadgehan de wekî zimanê ku nayê zanîn derbasî girtekan tê kirin.   *Ji bo ku hemû derfetên ji Zimanê Tirkî re tên pêşkêşkirin ji bo Zimanê Kurdî û Zimanên din ên ku li Tirkiyeyê tên axaftin jî bên pêşkêşkirin, dewlet dev ji polîtîkayên pişaftina Zimanan berde, bi muxalefeteke xurt zext li hukumetê bên kirin.   * Pêwist e hemû prosedûrên fermî yên ku li pêşiya Zimanê Kurdî asteng in, ji meriyetê bên  rakirin, alav, amûr û materyalên ji bo pêşvebirin û perwerdehiya Zimanê Kurdî, ji aliyê dewletê derfet bên afirandin û pêşkêşkirin.   *Zarok siberoja civakê ne. Ji bo ku em karibin rê li ber pişaftina zarokan bigirin, pêwist e em li ser medya civakî listikên ku bala zarokan dikişînin yên wekî fîlmên karton, stranên zarokan li ser youtubê û hwd. bi kurdî pêşkêşî zarokan bikin ku zarok ji amûrên pişaftinê yên li ser medyaya civakî dûr bikevin.   *Pêwist e pirtûk û kovarên ku dersên Ziman ên bi Kurmancî, Kirmanckî û zimanên din di wan de cih digirin û bala zarokan dikişînin werin çapkirin û li zarokan bên belavkirin.   *Divê nîqaş, nirxandin û tespîtên ku di vê Komxebatê de hatine kirin, wekî pirtûkçe werin çapkirin û  li gel û zarokan werin belavkirin.   *  Di Hilbijartinên Xwecihî de ji bo Hevserokên Şarederiyan û endamên meclisên Şaredariyan, pêwist e pivan û krîtera sereke zanîna Zimanê gelê herêmê be û her hilbijartî xwedî feraseta pêşxistin û pêşvebirina Zimanê Kurdî û zimanên din ên ku ji mafê perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê bêpar mane be.   *  Ji bo ku pêla pişaftinê were şikandin û zimanê Kurdî bibe xwedî statu, pêwist e teknîk û teknelojî were bikaranîn, malper û torên medyaya civakî werin avakirin û bi vî awayî hişmendiya zimanên di xetereyê de ne were çêkirin.   *  Ji bo Rêveberiyên Herêmî yên pirzimanî û serkeftî, pêwist e Komîsyoneke pispor were avakirin, mînak û modelên li welatên demokratik ên "Di Rêveberiyên Xwecihî de Pirzimanî" lêkolînan bike, ji van mînak û modelan sûd werbigire, bixe meriyetê, di xebat û xizmetên Şaredariyan de pêşkêşî gel bên kirin.   * Ji bo pêşîlêgirtina hevnefêmkirina nava nîfşan(Dapîr û bapîr, dayîk û bav, zarok û nevî)yan, ji bo ku civak ji heft heta heftê salî bibe xwedî hişmendiya Ziman, plansazî û bernameyên berfireh werin çêkirin.   * D nîqaş, nirxandin û pêşniyazên ku ji aliyê beşdarên Komxebatê ve hatin kirin de, pêwistî û divêtiya lidarxistina mîhrîcanên Çand û Ziman derket pêş. Ev ji bo biryara hevpar a beşdarên Komxebatê, ku di sala 2021'î de  Mîhrîcaneke Çand û Ziman were li dar xistin.   * Di Koxebatê de  pêşniyazên herî xurt û giranbuha ji aliyê beşdarên jin û dayîkên ku sembol û nîşaneya Ziman in ve hatin kirin.   Her wiha ji aliyê jinan ve tespîtên;   "Ziman ji bo gel û neteweyan, nasname û nîşaneya statuya siyasî ye. Jin jî nîşaneya jiyana azad a watedar in. Pêwist e di xebatên Rêveberiyên Xwecihî de ji bo ziman û jinan cudahiya pozîtîf her dem di meriyetêde be.   *Di çarçoveya xebatên "Rêveberiyên Xwecihî û  Pirzimaniyê" de, ji bo perwerdehiya Ziman, dê di navbera Med-Der û Komîsyona Rêveberiyên Demokrarîk de  peyman were çêkirin."