Li Bestayê şewata daristanê û birîna daran didome 2021-07-17 16:04:38     ŞIRNEX - Ji 12’ê tîrmehê ve li Herêma Bestayê ya Şirnexê li qada daristanê şewat berdewam dike. Tu mudaxile nehatiye kirin. Her wiha birîna daran a bi destê cerdevanan jî didome.    Li Herêma Bestayê dikeve navbera Şirnex û Sêrtê ji 12’ê tîrmehê ve agir bi qada bi daristan ketiye û berdewam dike. Li vê herêma şewatê operasyona leşkerî jî heye. Tê gotin ku şewat ji ber operasyonê derketiye. Heta niha bi  tu awayî mudaxileyî şewatê nehatiye kirin. Çend roj berê gundiyan xwestibû agir vemirînin, lê helîkoptêrên leşkerî herêm gulebaran kirin û şewat belavtir bû.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Şewatê ji Şirnexê dest pê kiriye û heta sînorê Sêrtê ku Çiyayê Herekolê lê ye berfireh bûye. Li vê herêmê daristanek ku zêde dar lê hene heye.   Di du salên dawî de bi taybetî li vê herêmê ji ber operasyonê leşkerî xweza hatiye talankirin. Ji ber agir  heta îro bi deh hezaran donim qada bi daristan şewitîn.    Li herêmê talankirin ango birîna daran jî bi destê cerdevanan berdewam dike û cerdevan van daran li kamyonan bar dikin û dibin difiroşin.