Deniz Poyraz hat bibîranîn 2021-07-17 13:45:34     ENQERE - Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê Deniz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da bi gul, beybûn û findên hatin şewitandin bi bîr anîn.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê, Denîz Poyraz di meha yekem a qetilkirina wê de bi bîr anî. Bîranîn li avahiya partiyê hat lidarxistin. Li ber wêneyê Denizê yê li ser “Denîz Poyraz nemir e” hatibû nivîsandin gul û beybûn hatin danîn. Di heman demê de, li salona di avahiya Rêxistina Bajêr de, navê “Salona Civînê ya Denîz Poyraz” hat kirin. Di bîranînê de, strana Kazim Koyûncû “Va ye ez diçim” a ku Denizê jê hez dikir, hat lêxistin. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Enqerê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû û Vezîr Coşkûn Parlak di bîranînê de axivîn.    'Em ê serhildana xwe mezin bikin'   Perîhan Pakîze, di axaftina kir de wiha got: “Hêrsa me wê tu carî bi dawî nebe. Kuştina me ne rizgarî ye. Bi înat em ê bibin Sakîne, Delal, Rahşan, Denîz û em ê serhildana xwe mezin bikin.”    Parlak jî, diyar kir ku divê bûyerên tên jiyîn neyin ji bîr kirin û ewê her tim bûyera bi serê Denîz hat di hiş û bîra xwe bigirin.    Helbesta ji bo Denizê hat xwendin   Endama Meclîsa Jinan a Enqerê Fîlîz Yabasûn jî jiyana Deniz Poyroz vegot. Dûre Rêvebera HDP’ê ya Bajêr Yeter Çevîk, helbesta ji bo Poyraz nivîsandibû xwend. Piştî ku kursiyê serbest hat avakirin, bîranîn bi dawî bû.