MEBYA-DER'ê 2'yemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist 2021-07-17 13:05:12     AMED - MEBYA-DER'ê 2'yemîn Kongreya Asayî bi dirûşma "Bi rihê yekîtiya neteweyî dem dema azadiyê ye" li dar xist.     Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), 2'yemîn Kongreya Asayî li Tesîsên Demîrokê ya kolana îstasyonê de bi dirûşma " Bi rihê yekîtiya neteweyî dem dema azadiyê ye" li dar xist. Di eywana kongreyê de pankartên "Bi xeyalên cangoriyan em xwe bi rêxistin dikin", "Destên xwe ji nirxên me bikşînin", "Em jiyana dayikan diparêzin" hate daliqandin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Remziye Tosun, Semra Guzel, Hevseroka bajêr a HDP'ê ya Amedê Gulşen Ozer, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê (Med Tuhad-Fed), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê û gelek rêxistinên sîvîl beşdar bûn.   'Di vê pêvajoyê de herî zêde dayikan êş kişandin'   Piştî deqeyek rêzgirtinê kongre bi axaftina Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun ve dest pê kir. Remziyeyê diyar kir ku  gelê kurd ji pêvajoyek dijwar derbas dibe û wiha axivî: "Desthilatdar, 6 sal berê çawa ku plana xwe ya çokşikandinê dan destpêkirin, li ser gelê kurd jî êrîşên xwe zêdetir kirin. Bi vî awayî di serî de girankirina tecrîdê ve ji kurdan re tenê zilm û kuştin hat ferzkirin. Di wê pêvajoyê de herî zêde jî dayik û malbatan êş kişandin. Êrîşî goristanan kirin wekî, goristana sîsê, kîlyos û herî dawî jî li Efrînê goristan hate bomberankirin."   Remziye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dij tecrîda girankirî ya 2 sal berê jî çalakiya grevên birçîbûnê hatibû destpêkirin. Li wir 8 ciwanên kurd canê xwe feda kirin. Îro jî dîsa li tevahiya girtigehan çalakiya grevên birçîbûnê hatiye destpêkirin. Em soz didin gelê kurd û yên ku demokrasiyê dixwazin em ê qêrîna azadiyê zêde bikin."   'Şikandina tecrîdê sekinandina xwînê ye'   Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyyat Ceylan jî axivî û bal kişand li ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Di rêya azadiyê de meşa me he rku diçe xwe mezintir dike. Hêzên desthilatdar bi salan e dixwazin li ser me polîtîkayê çokşikandinê bi rê ve bibin. Loma şikandina tecrîdê azadiya zindanan e û şikandina tecrîdê sekinandina xwîna li ser vê erdnîgariyê ye. Şikandina tecrîdê gihandina dengê birêz Ocalan a ji civakê re ye."    'Kurdistanek azad Tirkiyeyek demokratîk'   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)ê Berdan Ozturk jî axivî û destnîşan kir ku rê û rêbaz ne kuştin e û got: "Meşa gelê kurd meşek dirêj e. Ji me re jiyana koletiyê ferz kirin. Lê belê gelê kurd ne bi qetlîaman ne jî bi polîtîkayên çokşikandinê re hatiye qedandin. Tu qetlîam û êrîşên wan encam negirt. Rê û rêbaz kuştin nîne. Dixwazin di nav kurdan de perçebûn û nakokiyek çêkin. Lê em hemû malbat in. Ji bo ku gelê kurd nebe xwedî statuyek pêşeroja gelên Tirkiyeyê tê firotin . Ji bo ku gelê kurd azad nebe. Lê hemû kes dizane ku rêya çareserkirina pirsgirêkan azadiya birêz Ocalan e. Zikê me ji derew û xapandinan re tijî ye. Me gotiye Kurdistanek azad Tirkiyeyek demokratîk ew jî bi şikandina tecrîdê pêkan e."   Piştî axaftina Berdan Ozturk nameyên Hevseroka MEBYADER'ê ya Amedê Yuksel Almas a ku li girtîgeha Amedê ya jinan de girtî ye hate xwendin. Yuksel di nameya xwe de peyama berdewamiya têkoşîn û berxwedanê da. Her wiha nameya Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Sêrt'ê Gulîstan Onver ku girtiye jî hate xwendin.   Halîse Aksoy: Ew pakêt hê jî li ber çavên min e   Herî dawî jî Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê Egît Îpek bi riya kargoya PTT’ê jê re hatibû şandin jî axivî û wiha got: "Bila aramî û azadî were ser axa me. Bila ew desthilatdariya faşîst bişkê. Dayikno em destê xwe bidin destê hevdu û serkeftinê bînin. Ew pakêt hê jî li ber çavê min e. Hemû şehîdên Kurdistanê zarokên min in. Gelek zilm û zordariyê li ser me dikin. Lê em ê bi hev re têbikoşin û xeyalên xwe yên zarokên xwe pêk bînin."    Di berdewamiya kongreyê de malbatê axaftin kir û piştî axaftinên malbatan Remziye Tosun navên kesên di rêveberiya nû de ku hatine bijartin xwend.