Li Mexmûrê koma 107’an çalakiya greva birçibunê dewir girt 2021-07-17 11:35:42     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 107’an dewir girt.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li Wargeha Mexmûrê îro di roja xwe ya 212’an de berdewam dike û koma 107'emîn dewir girt. Merasîma çalakiyê di destpêkê de bi deqeyekê rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin.    'Meşaleya berxwedanê hat bilindkirin'   Li ser navê koma 106’an Ferhan Tunç di serî de xêrhatina gel kir û wiha got:"Civaka kurd li seranserî Kurdistan û di zindanên Tirkiyeyê de demek dirêj e dest bi çalakiyan kirine. Armanca van çalakiyan azadiya Rêber Apo û parastina îradeya civaka kurd e. Ger îro civaka kurd li her qada ku lê dijî bi awayekî azad, bi awayekî bê tirs daxwaza îrade û vîna xwe dike ev bi saya felsefeya Rêbertî û şehîdên ku em gihandine vê astê ne. Şoreşgerên Kurdistanê di zindanên Tirkiyeyê de zindan kirin kelhên berxwedanê, meşaleya berxwedanê bilind kirin îro jî ev civak bi wê vîn û îradeyê daxwaza îradeya xwe û parastina nirxên xwe yên neteweyî dikin. Ji dema avabûna vê wargehê û heta roja me ya îro yek armanca me heye û ev armanc jî nepejirandina dagirkerî û zilma tê kirine. Her wiha sedema penabertiya me jî ew e ku me serî ji dijmin re netewandiye. Ev du salên me derbas bûn û ket sala sêyemîn ku dorgirtinek li ser wargeha me ferz kirine û hêj berdewam dike. Divê hewla rakirina vê dorpêçê bê dayin."    Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Rêber Apo", "Bijî Berxwedana Mexmûrê" bi dawî bû.