Hanim Akkuş hat berdan 2021-07-16 15:06:31     BEDLÎS - Hevseroka HDP'ê ya Tûşbayê Hanim Akkuş a di ketina Tetwanê de hat binçavkirin, hat berdan.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) ya Tûşbayê ya Wanê Hanim Akkuş li noqteya polîsan a di ketina Tetwana Bedlisê de hatibû sekinandin û piştre hatibû binçavkirin.    Hat hînbûn Hanimê ji ber dosyayeke wê ya têkidlarî wê de biryara neşopandinê hatibû dayin, hatiye binçavkirin. Wekî hincet hat nîşandan ku biryar hîn di sîstemê de nehatiye xuyakirin loma hatiye binçavkirin. Hanimê hat berdan.