Emîne Şenyaşar: Kujer serbest digerin 2021-07-16 14:15:45     RIHA - Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê nobeda "edaletê" daye destpêkirin û ev 130 roj in didome bertek nîşanî bêcezahiştina bersûcan da û wiha got:"Kujerên malbata min qetil kirin, serbest digerin."   Emîne Şenyaşar a ku xizm û parêstvanên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du lawên wê qetil kirin û lawê xwe yê ku bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bû Ferît Şenyaşar li ber Edliyeya Rihayê nobeta xwe ya "edaletê di roja 130'î de berdewam kirin.    'Tim zilmê li me dikin'   Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobedê kiriye da zanîn tişên ku tên serê wan zilm e û nikarin bi dozger re hevdîtinê bikin û wiha got:"Ez dixwazim lawê min bê berdan. Malbata min kirin bin axê. Hema nebe bila lawê min berdin. Tim me dikin bin çavan û zilmê li me dikin. Lawê min di odeyekê de digirin. Ev edaleteke çawa ye? Kujerên malbata min qetil kirin, serbest digerin. Serokomar jî dizane zarokê min bê sûc e. Bila çareseriyekê ji bo me bibînin da ku em jî biçin mala xwe. Bila qeydên nexweşxaneyê derxin."   Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal dîmenê serdana piştgiriyê ya Komeleya Pira Gelan a Navenda wê Stenbol e parve kir û peyama "Li ber Qesra Edaletê ya Rihayê têkoşîna me ya edaletê ev 130 roj in didome" da.