Kujerê Emîne Aslan Karkaş hat girtin 2021-07-16 13:44:06     AMED - Aslan Karakaş ê ku salekê destdirêjî li Emîne Karakaş kir û bi çekê ew kuşt ku nehatibû girtin piştî sewkî edliyê kirin hat girtin.    Li navçeya Bismil a Amedê di 4'ê Sibatê de Aslan Karakaş(34) ji bo ku xizma wî Emîne Karkaş (16) pê re bizwice tehdît kir, destdirêjî lê kir û pişt re jî ew bi çekê kûştibû. Kujer Aslan Karkaş ê ku Emîne kuşt piştî bûyerê bi 161 rojî bi xwe çû fermandariya cendirmeyan a li Bismilê û teslîm bû. Piştî ku îfadeya Aslan Karkaş li fermandariyê hat girtin ew sewkî edliyê kirin û piştî hat dadgehkirin hat hat girtin.