Vexwendina şahiyê: Werin em bi hev re ji şer re bêjin na 2021-07-16 09:42:22   ŞIRNEX - Bi pêşengiya MEBYA-DER û Med TUHAD-FED'ê dê sibê li Sîlopiyê şahî bê lidarxistin. Endama Komîteya Amadekar Leyla Aykal, gelê Botanê vexwend şahiyê û got: “Werin em bi hev re ji şer re bêjin na.”   Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) û Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Amedê (Med Tuhad-Fed), bi dirûşma "Dem Dema Azadiyê ye" sibê(17'ê Tirmehê) dê li Parka Newrozê ya navçeya Silopiya Şirnexê şahî bê lidarxistin.   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz, Parlamenterên herêmê Nuran Îmîr û Hûseyîn Kaçmaz dê tevlî şahiyê bibin. Şahiya ku saet di navbera 19.00-23.00'an de dê bê lidarxistin, hunermend Merve Admîş, Azad Bedran û Koma Awazên Botan jî dê bi bernameyên xwe yên muzîkê derbikevin ser dikê.   Endama Komîteya Amadekar Leyla Aykal, gelê Botanê vexwend şahiya ku bê lidarxistin.   Leyla, anî ziman ku ji bo azadî û aştî pêk were divê yekîtiya neteweyî bê avakirin û got: “Em di pêvajoyek şer û pevçûnan re derbas dibin. Ji bo ku şer bi dawî bibe divê yekîtiya neteweyî bê avakirin. Ji bo ku yekîtiya neteweyî pêk were jî em vê şahiyê li dar dixin. Em dibînin ku li ser Serok Apo tecrîdek giran tê meşandin, di girtîgehan de grevên birçîbûnê berdewam dikin û êrîşî jin û zarokan tê kirin. Ji bo ku em ji van re  bibin bersiv û tecrîdê bişkînin divê em yekîtiya xwe ava bikin. Her wiha ev pêvajoya şer bandorê herî zêde li gelê me dike. Ji ber vê yekê ye ku em ê bi dirûşma ‘Dem Dema Azadiyê ye’ sibê şahiya xwe li dar bixin.”   ‘Em ne şer azadiyê dixwazin’   Leyla, destnîşan kir ku di şahiya bê lidarxistin de ew ê ji bo yekîtiya neteweyî pêk bê dengê xwe bilind bikin û wiha domand: “Em êdî şer naxwazin. Em azadî, aştî û wekheviyê dixwazin. Ji ber wê yekê em ê li qadê dengê xwe bilind bikin. Em ê em ê bi deng ragihînin ku yekîtiya neteweyî çixwasî girînge. Em ne şer azadiyê dixwazin. Em ê bidin nîşandan ku şer ne çareserî ye.  Em ê daxwaza azadiyê ya gel carekedin bînin ziman.”   Vexwendina şahiyê   Leyla, di dawiya axaftina xwe de hemû gelê Botanê vexwend şahiyê û ev tişt got: “Werin em bi hev re ji şer re bêjin na.”