'HDP’yî wê bi têkoşînê bersivê bidin êrîşan' 2021-07-16 09:11:49   Melike Aydin   MUGLA - HDP’iyan diyar kirin ku êrîşa çekdarî ya li hember HDP’a Marmarîsê li hember mafê pêkanîna siyaseta HDP’ê ye û sîstematîk e. Her wiha diyar kirin ku êrîş nikarin pêşî li xebatên wan bigirin.   Di saetên sibehê de li hember avahiya HDP’a Marmarîsê êrîşa çekdarî pêk hatibû û êrîşkarê bi navê A.T.D hatibû binçavirin. HDP’iyan der barê êrîşê de diyar kirin ku hedefa êrişkaran ev e HDP’ê derveyî siyastê bigirin, berê xwe dane qadên demokratîk. HDP’iyan diyar kirin ku wê têkoşînê bidomînin.   Ji roja HDP’a Marmarîsê ava bûye heta niha 6 caran li hember êrîş pêk hat. Êrîşa yekem piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê di 9’ê îlona 2015’an de  ji navçeyên Fethiyet Seydîkemer ji ser çapemeniya civakî ji aliyê hezaran kesên hatin rêxistinkirin ve pêk hat. Ji wê dîrokê şûnde daxistina tabeleyan, şikandina caman pêk hat û gumanbar ne ji sûcê ‘astengkirin faliyetên siyasî’ ji sûcê ‘zirar dane mal’ ceza girtin. Di êrîşa dawî de êrîşkar A.T.D ku çek bi kar anî, di 2018’an de jî li hember avahiya HDP’ê êrîş pêk anî, lê li ser rîca dayika wî rêveberên HDP’ê giliyê xwe şûnde kişandin.    Çima destûr didin çekan?   Ji rêveberiya HDP’a Ula Berna Kurtay anî ziman êrîşên li hember HDP’ê piştî hilbijartinên 2015’an bi organîze hatine kirin û di 9’ê îlona 2015’an de bi sîstematîk êrîş pêk hatine. Bernayê wiha got: “Naxwazin HDP siyasetê bike. Em mirovên sivîl in. Çekên me tune ne. Peywira dewletê ev e ku me biparêze. Lê mixabin em tiştên din dibînin. Divê her kes ji vê re bêje êdî bes e. Em demokrasî û aştiyê dixwazin. Gelo ev çek çima di destên her kesî de ne? Dibêjin dîn e, di destê dîn de jî çek heye. Hemû jin bi çekan tên kuştin. Gelo ev ruhsat çawa tên dayîn?”   Divê hevkariya dewlet mafyayê bê lêkolînkirin   Bernayê daxuyakirin ku divê li ser mijara çekgirtinê bê sekinandin û bal kişand ser mijara çekên winda yê serkêşê çeteyê mafyayê Sedat Peker behs kiribû. Bernayê ev tişt bi lêv kir: “Gelek tiştên bên lêpirsînkirin hene. Ji ber siyaset lîstikên wan derdixin holê. Ev tişta em dibînin bi awayekî hevkariya dewlet mafyayê derdixe holê. Dozgerek vê lêkolîn nake. Divê her kes bi awayekî xurt ji vê re bêje na.”   Sempatiya li hember HDP’ê hedef tê girtin   Ji endamên  PM’ê ya HDP'ê Emîne Ulker jî destnîşan kir ku êrîşa plankirî hatiye kirin û ji HDP’ê polîtîkaya çewisandinê tê meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “HDP gel e, gel tu car serî natewîne. Em ê hîn bêtir xurt bin û hêzê bidin hev. Bi taybet ji serkeftinên HDP’ê yên hilbijartinan ditirsin. Dixwazin sempatiya gelê Egeyê ya li hember HDP’ê tune bikin.”   Ev êrîşek siyasî ye   Ji Rêveberiya Datçayê ya HDP’ê Hurriyet Karadenîz diyar kir ku êrîşa li hember HDP’a Marmarîsê sîstematîk e û bi dewletê ve eleqeder e. Hurriyetê ev tişt daxuyand: “Gumanbar bi ‘zirar daye mal’ tê cezakirin. Gelo gulebarankirina partiyek siyasî çi eleqeya wê bi zirardayîna mal heye. Ev mijara astengkirina mal e. Mijar afirandina tirsê ye. Ji ser HDP’ê partiyên muxalîf diçewisînin. Balkêş e ku yên hişê wan ne li serî vê dikin. Her wiha gelek  carî tê kirin. Piştî 7’ê Hezîranê avahî tarû mar kirin. Pêşî li van nehat girtin piştî vê jî nehat girtin.”   Yekîtiyê hedef digirin   Hurriyetê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku yekane partiya ku der barê pêşerojê de bernameya wê heye, peşniyarên wê yên çareseriyê hene HDP ye û wiha dawî lê anî: “Cihgirtina ligel HDP’ê wan ditirsîne. Ji ber vê hedef digirin. Ji bo partiyên din jî ligel HDP’ê cih negirin wisa dikin lê plana wan bi cih nehat. HDP wê bi hemû hêzên xwe re demokrasiyê bîne.”   ‘Em dest jê bernadin’   Endama PM’ê ya HDP'ê Berna Çelîk jî daxuyakirin ku di ser komkujiya Îzmîrê de mehek derbas bûye û êrîşa li hember Marmarîsê jî manîdar e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrîş li hember têkoşînê ye. Me soza aştiyê da gelan. Me têkoşîna xwe berdewam kir. Desthilatdarî polîtîkayên şer didomîne. Ya ku wan nerehet dike, ev e ku nikarin pêşî li kurdan bigirin. Li hember rêveberiyeke navçeya Stenbolê jî êrîş pêk hat. Êrîş wê bidomin lê em tu car dest ji têkoşînê bernadin.”