Bi 4’emîn pakêta darazê rê li pêşiya îstîsmar û şîdetê hat vekirin 2021-07-16 09:04:43   Dîlan Babat   ENQERE - Bi 4 pakêtên darazê yên heta niha AKP’ê di bin navê reformê de derxistin re binpêkirina mafan zêde bû û di bûyerên şîdeta li hember jinan û îstîsmara zarokan de başbûnek çênebû û berovajî vê zêdetir pêşî lê hat vekirin. Bi 4’emîn Pakêta Darazê re carek din hat dîtin ku her qad ji bo jin û zarokan bi xeter e.   AKP ku polîtîkayên xwe yên di serî de jin û zarokan û hemû civakê mexdûr dike didomîne û ji 2019’an heta niha 3 pakêtên darazê yên cuda derxist. Di çarçoveya ‘Stratejiya Reforma Darazê’ ya ku dema 2019-2023'yan dihewîne de 4’emîn pakêta darazê hat amadekirin û di 7 û 8’ê Tîrmehê de ji aliyê Lijneya Giştî ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Heta niha hevdîtinên hatin kirin jî bû mijara nîqaşê û dîsa jin û zarok nehatin dîtin. Yekem pakêta darazê AKP’ê di 24’ê Cotmeha 2019’an de bi navê ‘Qanûna Der barê Hinek Qanûnan de Guherîn û Qanûna Muhakemeya Ceza’ pakêta darazê derxist û raya giştî ket nav bendewariyên mezin. Hat gotin ku Qanûna Efûyê, sererastkirina înfaza ceza wê derbarê sererastkirina di azadiya fikir û raman û ji bo kesên bi KHK’ê îxrac bûne be. Lê  naveroka pakêta daraza ewil pêk nehat û tenê ji bo parêzeran sererastkirina pasaporta kesk û ezmûna parêzeriyê hat kirin. Li aliyê din jî di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re îbareya ‘ji bo gotin û nûçeyên sînorê rexneyê derbas nakin ceza nayê dayîn’ hat zêdekirin lê bi hezara kes ji ber fikir û raman, ji ber nûçeyên çêkirine hatin girtin.   Duyemîn pakêta darazê ya di pandemiyê de hat derxistin   Di pêvajoya pandemiyê de AKP’ê di 28’ê Tîrmeha 2020'î de duyemîn pakêta darazê amade kir. Pakêt ji 5 beşan pêk dihat û ji 160 xalî pêk dihat. Di pakêtê de der barê înfaz û nefeqeyê de sererastkirinan cih girt. Her çiqas ku bê gotin kuştina ji qestî, êrîşa zayendî, îstîsmara li hember zarokan, bikaranîna hişbir, temînkirin û bazirganî, avakirina rêxistinê, sûcên li hember ewlehiya dewletê, sûcên li hember pergala destûra bingehîn ji derveyê daxistina înfazê tê girtin jî, gelek nîqaş hatin kirin ku wê pêşiya gumanbarên îstîsmarê û serkêşên mafyayê vebike. Jinan di vê pêvajoyê de bertekên xwe nîşan dan.    Gumanbar hatin berdan   Her çiqas bê gotin ku divê girtiyên siyasî û nexweş jî di pakêtê de cih bigirin, jê fêde negirtin û ji derveyê pakêtê hiştin. Bi hinceta ‘rewşa baş tune ye’ girtiyên nexweş jê fêde negirtin. Lê pêşiya gumanbarên sûcên li hember jinan û zayendî kirine hat vekirin. Piştî duyemîn pakêta darazê gumanbar hatin tehliyekirin, vegeriyan malê û jin dîsa qetil kirin. Tevî bertekên partiyên muxalîf û rêxistinên jinan desthilatdariyê tu gav şûnde neavêt.   4’emîn pakêta darazê   Sê pakêtên darazê yên AKP’ê derxistin der barê derdora wan de bûn, 4’emîn pakêt jî ji yên din ne cudatir e.  4’emîn pakêt ku wek 32 xal hat amade kirin di 7-8’ê Tîrmehê de ji  Lijneya Giştî ya Meclîsê hat derbaskirin. Di pêvajoya ku peyman hat betalkirin de bi qebûlkirina pakêta darazê re ewlehiya jin û zarokan jî hat rakirin. Yek ji xalên pakêtê ya ku herî zêde balê dikişîne, di dozên îstîsmara zayendî de lêgerîna delîla şênber bû. Vê xalê doza Elmali ku gumanbarê zarokên îstîsmar kiribû û hatibûn tehliyekirin anî rojevê. Tevî ku rastî bertekan bê jî desthilatdariyê bertekên raya giştî ji nedîtî ve hat.