Li Gundê Qurdîsê ne rê ne jî şebeke heye 2021-07-16 09:01:27   Medya Uren   MÊRDÎN - Li Gundê Qurdîsê ne şebekeya telefonê ne jî erebeyên çûn û hatinê hene. Gundî bi rê û rêbazên demê berê çûn û hatinê dikin. Bi lingan an jî bi ker û hespan diçin bajêr. Gundî dibêjin dema nexweşên wan çêdibin ew hem ji ber rêyên ne serast hem jî ji ber şebekeyê nikarin li ambûlansê bigerin. Gundiyên giliyên xwe anîn ziman bi lêv kirin divê demildest çareserî were dîtin.   Li Gundê Qurdîsê yê girêdayî Artukluya Mêrdînê welatî pirsgirêkên rê û şebekeyê dibînin. Gundê Qurdîsê piştî pêvajoya êrişên dewleta tirk di 1993’yan de hat valakirin û piştî wê cardin gundî vegeriyan ser xaka xwe. Lewra beriya 93’yan rê çawa bû hîna wisa ye. Ne erebeyên gundan diçin û tên ne jî şebekeya telefonê heye. Ango yek ji cihên seyrangehê ye û bi xwezaya xwe jî bala kesên tên seyranê dikşîne ser xwe. Şêniya gund ji bo zehmetiyên dibînin bi ajansa me re axivîn.   'Ji bo pêşketina zarokan asteng e'   Sabiha Ata ya xweciha gund e û xwedî zarok e di serî de balê dikşîne ser pirsgirêkên zarokên wan dibînin û wiha dibêje:"Zarok û neviyên min jî hene. Hemû jî diçin dibistanê. Di pêvajoya pandemiyê de jî zarokên me nikarin dersên xwe bibînin. Loma zarokên me gelek dersên xwe derbas nekirine. Bi sedan caran me daxwaz kir ku şebekeya înternetê çêbikin lê belê tiştek nekirin. Beriya sed salan em çawa dijiyan niha jî em wisa dijîn. Lê belê pêwîstî li gorî demê hatine guhertin. Niha yek ji pirsgirêka herî mezin a ez dibînim pêşketina zarokan e. Çend caran ji bo tevlî dersa bibin me wan şandin Gundê Darayê yê nêzî me. Lê ji ber pirsgirêka maşîneyan em vê yekê tim nikarin bikin."   'Bi sedan gundî weke me pirsgirêkan dibînin'   Sabîhayê da zanîn ew çûne şaredarî û walîtiyê jî da ku giliyên xwe bînin ziman û wiha domand:"Dema pêwîstiyên me yên rojane çêdibin jî em nikarin herin bajêr û werin. Nexweşane, dibistan û pêwîstiyên rojane yên weke xwarinê jî em nikarin bi cih bînin. Em çûn şaredarî û walîtiyê jî. Me giliyên xwe anî ziman. Bi sedan gundî weke me pirsgirêkan dibînin."   'Pêwîst e ji me re şebekeya telefonê bikşînin'   Şukriye Atay a yek ji mexdûrên rê û şebekeya înternetê ye bertekên xwe wiha nîşan da:"Em dixwazin zarokên me bixwînin û werin cihên baş. Lê belê derfet rê nadin. Îro ew nikarin tevlî waneyên xwe jî bibin. Di vê pêvajoya pandemiyê de me tiştek ji xwendinê fêm nekir. Jixwe beriya wê jî çûn û hatina zarokan a gundên cîran dibû îşkence. Ji bo xwendinê me zarokên biçûk ji vir dişand gundên din. Dibistana me jî tune ye. Her tişt ji me dûr e. Pêwîst e ji me re şebekeya telefonê bikşînin. Bifikirin di malê de yek telefon heye, em wê jî bi pencereyê ve dadiliqînin. Dibe carekê yek li me bigere û bikşîne yan jî pêwîstiya me çêbibe. Ew jî carna dikşîne."   'Ger derfet bê dayin dê gundê me bibe cihekî berbiçav'    Şukriyeyê da zanîn ger derfet bê dayin dê gundên wan ji aliyê tûrîzmê ve bibe cihekî berbiçav û wiha got:" Niha ne tenê gûndê me 3 gundên ji me jortir hene. Ew jî heman pirsgirêkan dibînin. Dikarin servîsek hevpar ji me hersê gundan re çêbikin. Di heman demê de ji aliyê xwezayê ve gundê me jî navdar e. Gelek kes ji bo seyrangehê tên. Ger derfetên wê were sererastkirin wê li ser rêya Darayê bibe cihekî xweş ê turîstîk. Wê ji bo me hemûyan bibe tiştekî baş. Lê belê naxwazin feydeyek bigihêje me. Me dev ji xwezayê berda bila ji bo pêwîstiyên rojane servîs û şebeke hebin."   'Tu tiştekî çênakin, tenê me mîjûl dikin'   Yek ji welatiyên din a ku nexwest navê xwe bide da zanîn ji ber ew kurd bûn ew ji gund hatine derxistin û wiha got:"Me bi sedan caran daxwaz ji şaredariyê û walî kir. Lê belê tu tiştekî çênakin, tenê me mîjûl dikin. Di demên berê de ji ber em kurd bûn me ji gundê me derxistin. Niha jî tu çareseriyê ji pirsgirêkên me re nabînin."