ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-16 09:00:00   *Li Gundê Qurdîsê ne şebekeya telefonê ne jî erebeyên çûn û hatinê hene. Gundî bi rê û rêbazên demê berê çûn û hatinê dikin. Bi lingan an jî bi ker û hespan diçin bajêr. Gundî dibêjin dema nexweşên wan çêdibin ew hem ji ber rêyên ne serast hem jî ji ber şebekeyê nikarin li ambûlansê bigerin. Gundiyên giliyên xwe anîn ziman bi lêv kirin divê demildest çareserî were dîtin. DÎMEN HEYE   *Der barê tunekirina hişê civakî de di seranserê dîroka civaka hiyerarşîk de rêbaza herî zêde serî lê tê dayîn guherîna demografîyê ye. Guherîna demografîk, êrîşek qirkirinê ya li erdnîgarî û hişê civakê ye. Hedefa esas a di demografiyê de, asîmîlekirin, qutkirina mirovan a ji warên wan, biyanîkirin, guherîna aydiyeta erdnîgariyê ye. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Bi 4 pakêtên darazê yên heta niha AKP’ê di bin navê reformê de derxistin re binpêkirina mafan zêde bû û di bûyerên şîdeta li hember jinan û îstîsmara zarokan de başbûnek çênebû û berovajî vê zêdetir pêşî lê hat vekirin. Bi 4’emîn Pakêta Darazê re carek din hat dîtin ku her qad ji bo jin û zarokan bi xeter e.     *Derbarê 7 jinan de bi hinceta ku beriya ‘hevdîtina jinan’ ya li Wanê bi dirûşma ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ pêk hat, li ser çapemeniya banga tevlîbûnê kirine îdianame hat amadekirin.   *HDP’iyan diyar kirin ku êrîşa çekdarî ya li hember HDP’a Marmarîsê li hember mafê pêkanîna siyaseta HDP’ê ye û sîstematîk e. Her wiha diyar kirin ku êrîş nikarin pêşî li xebatên wan bigirin. DÎMEN HEYE