Ji ber agirê bi daristanê ket 100 donim daristan şewitî 2021-07-15 11:53:29     AMED - Bi agirê ku bi daristana li Gundê Kerwasê yê Licê ket, 100 donim daristan şewitî.   Di 13'ê Tîrmehê de agir bi Gundê Kerwasê yê Navçeya Licê ket. Bi bandora bê ev agir li Gundê Licokê jî belav bû û qadeke mezin a daristanê şewitand. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku dema agir bi daristanê ket 4 helîkopter digeriyan. Di şewata daristanê de 100 donimê daristanê şewitî û gelek cureyên zîndiyan mirin.