Koma 106’an li Mexmûrê çalakiya greva birçibûnê dewir girt 2021-07-15 10:53:09   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 106’an dewir girt.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li wargeha Mexmurê ku îro koma 106'an dewer girt di roja xwe ya 210’an de berdewam dike. Merasîma dewrgirtinê yaçalakiyê destpêkê bi deqeyeke rêzgirtina  ji bo giyanê tevahî şehîdên Kurdistanê hat destpêkirin.    ‘pêşengên me hertim bîra me de ne’   Li ser navê koma 105’an Arjîn Evdila Spêrtî di serî de xêrhatina gel kir û wiha got: “ Em di roj û mehek pir bi wate  de ne. Ji bo Gelê Kurd wateya 14’ê Tîrmehê pir girînge,em dikarin bêjîn van hevlên canê xwe danî ber rojiya mirinê bi çalakiya xwe ya pîroz ji dijminê me re gotin em kurdin,em hene û em ê hebin jî.  Bi vî awayî dan ispatkirin ku em teslimyetê napejirînin. Di zindana amedê de ev qehremaniya bi vî awayî hatî kirin ji bo roja me ya îro jî bu hêz ji me re ku em jî di rêya wan de bimeşin û azadiya xwe misoger bikin. Bê guman pêşengên me hertim di bîra me de ne û  pêwîste em tucar berxwedan û tekoşîna wan ji bîr nekin. Bi çalakiya xwe ya rojiya mirinê mejiyê dujmin taro mar kirin û ev mîras ji me re hiştin ji bo em jî çalakiyên xwe yên ji bo azadiyê berdewam bikin ku heta em bigihîjin azadiyê. Pêwîste em soza şehîdan bi cih bînin û Kurdistanê azad bikin.  ji bo van qehremanên canê xwe di oxira Kurdistanê de dane em çi bikin kême û serkeftin wê ya Gelê Kurd be.’’   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe", "Şehîd Namirin" bi dawî bu.