Abdullah Ocalan: Pêşniyara min a çareseriyê siyaseta demokratîk û dij-tekel e 2021-07-15 09:15:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Di damezrandina HDP’ê de nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zemîna wê ya îdeolojîk ava kir û piştre hewldana girtina HDP’ê, carek din Abdullah Ocalan mafdar derxist û nîşan dide ku yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê siyaseta demokratîk e. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ez hemû lîstikan dibînim û îfade dikim. Li dijî van, pirsa ‘pêşniyara te ya çareseriyê çi ye’ bê pirsîn, pêşniyara min a çareseriyê, siyaseteke demokratîk a her aliyê civakî tê de cih digire û di esasa demokratîk, aştiyane, dij-hegomonîk, dij-tekel de, pêş dikeve ye.”   Tevgera siyasî ya kurd ji salên 1990’î heta niha her hatiye binçavkirin, girtin, windakirin, qetilkirin, îşkencekirin û qirkirina siyasi û gelek rêbazên din bi serê kurdan de hat. Lê bihêlin bi vê tevgerê şûnde gavê bidin avêtin, bixwe re zêde destkeftî anî. Bi Partiya Kedê ya Gelan (HEP) dest pê kir û heta HDP’ê serborî didome, hewldana hûnandina civaka demokratîk û pêkanîna siyaseta demokratîk her çû mezin bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê, piştî wê di her hevdîtina bi parêzeran re Abdullah Ocalan bal kişand ser siyaseta demokratîk. Rêberê PKK’ê daxuyakirin ku hewcedariya Tirkiyeyê demokrasiyek radîkal e û di vî alî de jî ji bo avakirina HDP’ê zemînek îdeolojîk a xurt ava kir. Di meha adarê de bi doza girtina li hember HDP’ê, fikrên aştî û çareseriyê yên Abdullah Ocalan dîsa sedema esas a vê girtinê derdixe holê.   Me ji nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku fikra HDP’ê hûnand û mohra xwe li dîrokê da hinek berhev kirin.   Di hevdîtina 26’ê Tebaxa 1999’an de nêrînên di mijara demokrasiyê de balê dikşîne. Abdullah Ocalan bi gotina ‘hem dibêjî demokrasiyê dixwazim hem jî ji dewletê dipê’ bal dikişîne têkoşîna demî û wiha dibêje: “Îro mezinkirina welat ji têkoşîna demokrasiyê derbas dibe. Hewce bi qehremanên demokrasiyê heye. Avahiya demokrasiya xwe tu yê ava bikî. Çanda demokratîk pêk bînin, ji dil têbikoşin.”   Abdullah Ocalan di hevdîtina 6’ê îlona 1999’an de bi lêv dike ku ‘feraseta netewperest a teng’ ji siyaseta demokratîk re fêdeya wê tune û ev tişt bi lêv dike: “Divê bloka demokratîk bê rûniştin. Dikare platforma demokrasiyê be. Dikare Tevgera Komara Demokratîk be jî. Bawer im di tecrubeya Fransî de heye.  Avabûna partiyan li cihê xwe dimîne, lê bi blok diçin hilbijartinan. Dikare wisa be. Feshkirina bingeha partiyan zehmet e. Ev ne partiyeke xwe dispêre  çîn û îdeolojiyan, xwe dispêre girseyan. Divê berfireh be, ne netewperest be. Dikare tevgera destûra bingehîn a demokratîk, tevgera komara demokratîk be. Fikra esas a xebatên 30 salî wisa ye. Divê cihê kurdbûna teng tune be. 4 esasên divê em lê baldar bin rêz dikim:   *Hûn ê bi cidî bi aştiyê bawer bikin. Hûn ê zimanê demokrasî û aştiyê serdest bikin.   *Newekhevî teqez cihê wê tune. Divê yekbûyînî hebe. Tezên min hene. Ji bo demokrasiyek giştî zêdetir ferz e. Bi zaro veqetandin bê xwestin jî, em ê giştîbûnê biparêzin.   *Pirsgirêka nasnameyan a çandî heye. Ji nasnameya çandî û ziman tavîz divê neyê dayîn. Ev mafê esas ên mirovahîyê ne.   *Divê ji netewpersetiyê yên cureyên wek MHP’ê dûr bikevin. Di eniya kurd de jî wisa. Netewperestiya teng bi xeter e.  Em ê bêjin ku em komarê hilnaweşînin, em komarê demokratîk dikin. Pîroziya vê jî di vir de ye. Şervaniya demokrasiyê pir zehmet e. Dilê we zêde kûr lênade. Ji bo demokrasiyê saetekê li pey mayîn girîng e. Divê di vir de bê zanîn ku şerê demokrasiyê çawa tê dayîn. Hûn ê 24 saetên xwe bidin û xebata demokratîk bikin.”   ‘Divê qezenckirina hemû Tirkiyeyê esas bê girtin’   Abdullah Ocalan ku diyar dike divê têkoşîna demokrasiyê berfireh be, di berdewamiyê de van nirxandinan dike: “Divê qezenckirina hemû Tirkiyeyê esas bê girtin. Di çepgirtiya tirk de bêyî dewletê fêm bike dijminahiya wê heye. Guherîna herî girîng a min derbas kiriye, ne di bingeha dijminahiya dewletê de, di bingeha ku dewlet biguhere de ye. Dewlet dewleta me ye lê wê demokratîk be. Rizgariya me jî wê ji vir derbas be. Yên naveroka wê bi netewperestiya şoven tije dike heye. Em ê cihê wê bi demorkasiya zanistî tije bikin.”   Wek mozaîkekê…   Abdullah Ocalan di hevdîtina 28’ê cotmeha 1999’an de, dibêje Platforma Komara Demokratîk pêwist e û ji bo vê jî van tiştan bi lêv dike: “Divê hûn hemû hêzan bikin nav.  Divê reformîst, şoreşgeran bigirin nav. Divê bi vegotina çandî siyasî bersiv bê dayîn. Dem, bi şêwaza jiyan, şêwaza rêxistinê divê aştiyane û esnek be. Divê ev bê rojanekirin. Bêyî ku kurd-tirk ji hev cuda bên kirin. Riya siyaseta demokratîk ev e. Aliyên cuda hene. Divê ev bên yekirin. Wek mozaîkekê anîna gel hev girîng e.”   ‘Yekbûn qirêjbûna şexsî, çareser dike’   Abdullah Ocalan di hevdîtina 30’ê Kanûna 1999’an de, hêzên ji hev cuda disekinin wek ‘kulmeke ava qirêj ya ziwa bûye’ bi nav dike û vê peyamê dide: “Em dibêjin bibin yek, bibin kanelek xurt. Hûn bi vê kanalê çi dikin bikin, hûn genim diçînin, erd av didin. Qirêjbûna şexsî yekbûyîn wê çareser bike. Ev kanal diherike erdê demokrasiyê. Divê golê biçûk bi kanalekê bi damara mezin ve girê bidin. Hûn girê nedin wê av ziwa bibe yan jî qirêj bibe. Di vê yekbûnê de enerjiyek mezin dertê holê. Ev demokrasiyê xurt dike. Hewcedariya Tirkiyeyê bi vê heye. Divê çepê tirk jî vê wisa fêm bike. Min berê jî gotibû. Divê tu rêxistin li pêş vê nebe asteng. Yên ku vê wisa fêm nekin hestê wan tune ye gelo? Bi van re dil tune, bawerî tune. Ferasta ji êşên gel re çareseriyê bibînin tune. Hûn wisa nekin wê çete, talanker karê xwe bikin. Ez ji we vê dixwazim, zêde zêde biaxivin, nîqaş bikin. Carek din dibêjim; cihê kesên ku gramek keda wan jî heye, heye.”   ‘Hewcedarî bi demokratîkbûna hemû çepan heye’   Abdullah Ocalan di hevdîtina 2’yê Sibata 2000’î de li ser HADEP’ê wiha dibêje: “Li gorî min divê HADEP berfireh be. Divê naveroka xwe berfireh bike. Ev ne tavîz e. Hewcedariya hemû çepê bi demokratîkbûnê heye. HADEP dikare hîn nermtir û berhevkar be. Dikare hemûyan kom bike. Teşe evqas ne girîng e.  Ev ji bo Îslamiyan jî derbasdar e. Veneguhere wê belav be. Çep jî wisa ye. Hîna jî fêmnekirina pêvajoya min, kêmasiyek mezin e. Ger ku nenirxînin wê pêvajo vala derkeve. Parêznameyên min jî ne vala bûn. Komara demokratîk, welatîbûna demokratîk ne tiştên vala ne. Dikare bloka demokrasiyê bê pêşxistin. Dikare bloka demokrasiyê  bê avakirin. Divê HADEP’î berfireh bifikirin. Mantika bila biçûk be ya min be şaş e. Divê polîtîkayeke ku pêvajoya demokratîk a berfireh esas digire bê meşandin. Divê HADEP wisa xwe amade bike. Bi taybet rêxistinên jin û ciwanan dikare rolek girîng bilîze.”   ‘Partî wek xuya dikin ne demokratîk in’   Abdullah Ocalan di hevdîtina 30’ê Tebaxa 2000’î de jî daxuyakirin ku partî wek tên dîtin ne demokratîk in û wiha pê de diçe: “Demokratîkbûnê wê kurd jî bijîn.  Şansa xeta netewperest a paşverû ya kurd tune ye. Ev dikarin hawirê xera bikin. Şovenîzma tirk û netewperestiya paşverû ya kurd dikare hawirê xera bikin. Ev berdewama çeteyên nav kurdan e. Li dijî van divê siyaseta demokratîk bê meşandin. HADEP neçare vê bi ser bixe. Divê netewperestiya paşverû bê rakirin. PDK’ê netewperestiya paşverû û newekhevî kir. Min ev ferq kir. Li Tirkiyeyê jî netewperestiya şoven hat kirin.  Zirar da. Yekbûna demokratîk yekane rê ye.”   ‘Divê partiyeke ku jin li pêş in, hebe’   Di hevdîtina 31’ê Cotmeha 2001’ê de jî  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dide zanîn ku divê partiyeke ku jin li pêş in hebe. Her wiha di hevdîtina 18’ê îlona sala din de wiha got: “Hebûna jinan pêngavek girîng e. Bila jin bixwe bawer bin. Bila bi rêgez bin, bila hişmendiya demokrasiyê derxin holê, 5 hezar sal e li dijî çanda serdest a mêr têdikoşin, bila di hişmendiya vê de bin. Hişmendiya demokrasiyê bi jinan wê pêş bikeve.”   Di hevdîtina 11’ê îlona 2002’yan de jî van tiştan dibêje: “Divê êdî gava demokratîkbûnê bê avêtin. Min du sê salên xwe li vir da vê. Di esasê de 30 sale di hewldana vê de me. Vê hewldanê qezencên mezin jî bixwe re anî. Qanûnên lihevhatin a YE’ê nasîna nasnameya kurd e. Bêguma bi sînor e lê di vî alî de girîng e. Hûn dizanin cîhan êdî bûye wek gundekî. Ji welatên YE’ê mînak hene. Ne newekhevî divê yekbûnî bê pêşxistin.”   ‘Divê her kes di rêxistina sîwanê de cih bigire’   Abdullah Ocalan di hevdîtina 27’ê Mijdara 2002’yan de wiha bal dikişîne ser girîngiya siyaseta herêmî: “Ne tenê partiyên siyasî, divê sendîka, rêxistinên civaka sivîl her kes di vê rêxistina sîwanê de cih bigire. Bi sedan rêxistînî tevlî bikin, ji bo vê yekbûnê 2-3 rêgez têr dikin. Bila bi sedan rêxistinên sivîl tevlî konferansa we bibin, Komîsyoan Civaka Demokratîk ava bikin.” Ocalan bi van gotinan modela KCD û HDK’ê nîşan dide.   Pergala hevserokatiyê   Rêberê PKK’ê di hevdîtina 1’ê Kanûna 2004’an de pergala hevserokatiyê  pêşniyar dike û van tiştan dibêje: “Bila hevserokatiyê di her sazî û her astê de bifikirin. Dikare li her qadê pêk bê. Ev watedar e, rêgezek baş e. Divê partîbûnek nerm be, ne ya hişk be. Meclîseke partiyê ya berfireh, lijneyeke serokatiya berfireh dikare bê avakirin. Nîvê lijneyê jin an jî ji sêyan yek jin bin.”   ‘Hûn ê girêdayê gel bin’   Abdullah Ocalan di 9’ê Adara 2005’an de jî dîsa balê dikişîne ser siyaseta demokratîk û wiha bi lêv dike: “Divê feraseta partiya klasîk ji holê rabikin.  Hemû partiyên klasîk ên cîhanê dihelin. Binêrin, AKP diderize, DYP dihele. Tirkiye diqîre û dibêje ‘ Ez partiyeke demokratîk dixwazim’. Çima demokrat nabin?Ez dixwazim bersiva vê bidim. Tirk ji 1920’an heta niha demokratbûnek sivik dikin. Bi Tirkan re jî moda vê derbas bû, hat girtin. Bi şêwaza Demîrel, rang, civak çewisandin, dewra rantê qedya. Ev partî dewletê şûnde dixînin. Ya me jî dişibe vê. Derfetê baş hene. Lê tiştek nayê kirin. Venasîna demokrasiyê gerdûnî ye. Divê hûn girêdayê gel bin, hûn ji gel hez bikin û biçin wan rêxistin bikin.”   Pêşniyara ‘konfederasyona civaka sivîl’   Abdullah di hevdîtina 8’ê Mijdara 2006’an de jî ji bo Tirkiyeyê pêşniyareke sîwanê dike: “Mijara din a ez vebikim Konfederasyona Civaka Sîvîl e. Ev koalîsyoneke demokratîka kûr ya pêşketî ye. Ev proje ne demborî yan jî ji bo demekê ye. Dema dibêjim Konfederasyona Civaka sivîl, yanî li Tirkiyeyê bi hezaran rêxistinên civaka sivîl hene. Ev bi tena serê xwe nikarin azadî û demokrasiyan pêş bixînin. Li Amedê bi dehan, li Stenbolê bi sedan hene. Divê ev di bin sîwaneyekê de bên gel hev. Ev ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e.”   ‘Divê di bin esasê aştî û demokrasiyê de bên gel hev’   Rêberê PKK’ê di hevdîtian 28’ê Gulana 2008’an de jî bang li rewşenbîrên Tirkiyeyê kir: “Divê van lîstikan baş bibînin. Ez hemû lîstikan dibînim û îfade dikim. Ger hûn bêjin ku pêşniyara çareseriyê ya ji bo vê çi ye?, ez dibêjim ku, pêşniyara min a çareseriyê, siyaseteke demokratîk a her aliyê civakî tê de cih digire û di esasa demokratîk, aştiyane, dij-hegomonîk, dij-tekel de, pêş dikeve ye. Di bin heman sîwanê de divê di esasa aştî û demokrasiyê de her kes bê gel hev. Hûn ji vê re dibêjin koalîsyon, dibêjin tifaq, ev ne girîng e. Ya girîng pêşketina çareseriya demokratîk e. Çareseriya demokratîk jî bi fêrkirina siyaseta demokratîk pêkan e. Min gotibû ji Colemêrgê heta Edîrneyê divê  akademiyên siyasetê bên avakirin. Bi vê re wê demokratîkbûna kes, civakê pêş bikeve.”   Abdullah Ocalan di hevdîtina 27’ê Çileya 2010’an de jî  balkişandibû ser BDP’ê û wiha destnîşan kiribû: “Divê BDP partiyeke ku hemû Tirkiyeyê dihewîne be. BDP di encamê de partiyeke siyasî ye. Divê hewcedariyan bîne cih. Min rêgezên vê danîn holê.  Her wiya partiya sîwane an jî platforman hewcedariyên vê baş neanîn cih. Divê qadên ku tirk û kurd bi hev re siyasetê bikin bên afirandin. Divê em di vê esasê de xwe vebêjin.”