Malbatên girtiyan: Divê rayedar li dijî vê bangê hestiyar bin 2021-07-15 09:07:38   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Çalakiya greva birçîbûnê li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne berdewam dike. Malbatên girtiyan, bang li hikûmetê kirin ku daxwaza zarokên wan bi cih bînin û gotin: "Divê civak û rayedar li dijî vê hişyariyê bi hestiyar bin. Em naxwazin zarokên me zararê bibînin."    Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 231'emîn de berdewam dike. Her wiha çalakiya ku ji 5 rojan carekê dorveger dihat berdewamkirin, bi minasebeta 39’emîn salvegera çalakiya rojiya mirinê ya mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de li dijî hovîtiya li Zindana Amedê hatibû destpêkirin êdî kom bi kom ji 15 rojan carekê dorveger dê bê kirin.   Tecrîd di peymanên navneteweyî ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye û li gorî destura bingehîn wek îşkence cih digire. Lê belê li gel vê jî di girtîgehan de li dijî girtiyan zext û gef her ku diçe zêdetir dibin û girtî jî li dijî vê di têkoşînê de ne.  Malbatên girtiyan jî bang li hikûmetê kirin ku daxwaza zarokên wan a rakirina tecrîdê bi cih bînin û gotin divê civak û rayedar li dijî vê hişyariyê bi hestiyar bin   'Girtîgeh bûye cihê îşkenceyê'   Dayika  Ayfer Başli ya ku di Girtîgeha Baybûrtê de ye Zekiye Başli, anî ziman ku keça wê ji 2016'an vir ve girtî ye û 12 sal ceza lê hatiye birîn. Zekiye, got ku keça wê bi tenê endama meclîsa şaredariya Silopiyê bûye û wiha anî ziman: "Di sala 2016'an de di dema şerê qedexeya derketina kolanan de hat girtin.  Keça min ev 6 salin girtî ye. Di girtîgehan de li dijî zarokên me zext û gef tên kirin. Zarokên me neçar dimînin bedena xwe didin ber birçîbûnê. Girtîgeh bûne cihê îşkenceyê. Keça min di serî de li girtîgeha Şirnexê bû. Ji wir sirgûnê girtîgeha Erziromê kirin û herî dawî jî sirgûnê girtîgeha Baybûrtê kirin. Niha di girtîgeha Baybûrtê de girtî ye. Ev du salin jî ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê ez nikarim biçim hevdîtina keça xwe."   'Daxwaza wan bidawîkirina tecrîdê ye'   Zekiye, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku di girtîgehan de destpê kiriye û wiha domand: "Keça min di dema çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Leyla Gûven de hat kirin jî ketibû greva birçîbûnê. Wê demê keça min sê mehan di grevê de ma. Niha dîsa bi heman awayî di greva birçîbûnê de ye. Wê demê hingî keça min kîlo dabûn min ew nas nekir. Îro jî roj bir roj rewşa zarokên me ber bi xirabûnê ve diçe. Daxwaza zarokên me ew e ku tecrîda li ser Serok bê rakirin û hevdîtin pêk bên. Heta daxwaza zarokên me bi cih neyê ew ê çalakiya xwe bi dawî nekin. Daxwaziya me ew e ku demek berî demekê  daxwaza zarokên me bi cih bînin. Zarokên me di 14'ê Tirmehê de dema çalakiya xwe ya kom bi kom ku dorveger pêk tînin dirêj kirin û kirin ji 15 rojan carekê. Zarokên me li dijî bêdengiyê di vê çalakiyê de ne ku bêdengî wiha bidome dê tiştên ku mirov xwemgîn bikin biqewimin. Divê civak û rayedar bêdeng nemînin li dijî vê hişyariyê bi hestiyar bin."   'Bêdengî bi xwe re mirinê tîne'   Zekiye, bi lêv kir ku ew naxwazin di çalakiyê de bedena tu kesî zerarê bibîne û ev tiştan got: "Bêdengî bi xwe re mirinê tîne. Divê em bêdeng nebînin. Em çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger bibînin, em li zarokên xwe xwedî derên.  Ev du salin ez keça xwe nabînim. Nizanim ku niha rewşa wê çawa ye. Ji me re dibêje em başin. Lê dema em rojekê nan nexwin nikarin bisekin û ew bi rojane xwarinê naxwin. Her saniye zarokên me di bîra me de ne. Em gelek bi fikarin. Ger tiştek bi zarokên me bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Ji ber wê yekê divê tu kes bêdeng nemîne. Me zarokên xwe ne ji bo girtin û kûştinê anîn dinyayê. Bila daxwaza zarokên me demildest bi cih bînin. Em naxwazin ku zarokên me laşê wan zararê bibîne. Divê em dayik rabin li ser piyan, li zarokên xwe xwedî derkevin û bibin pêşengên çalakiyan."   Ji ber kurdî govend gerand ceza lê hatiye birîn   Zekiye, di dawiya axaftina xwe de got ji ber di Newroz a îsal de di qawişê de govend gerandine û bi kurdî çîrok gotine ceza li wan hatiye birîn û wiha behs kir: "Rojekê cezayê hûcrê dane wan. Mehek jî cezayê hevdîtinê ya bi telefonê dane. Ev sê hefte ne ez bi keça xwe re nikarim biaxivim. Ez ji ber rewşa wê gelek bifikarim. Mirov dema bi zimanê xwe stran bêje û govendê bigerîne çawa qedexe dibe. Li ser zarokên me tecrît tê meşandin. Bi van gef û zextan dixwazin vîna wan bişkînin. Lê belê ew ê nikaribin vî tiştê bikin. Keça min tu tişt nekiriye û bila wê berdin."     'Tirkiye bûye wek girtîgehê'   Dayika Kumru Tokay a ku di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de girtî ye, Ayşe Tokay jî da zanîn ku 9 sal ceza li keça wê hatiye birîn û 3 salin jî girtî ye. Ayşe, diyar kir ku wê bi mehan e keça xwe nedîtiye û wuga dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiye bûye wek girtîgehê. Hem li derve û hem jî di girtîgehan de zext li zarokên me tên kirin. Bila dev ji vê zilmê û zarokên me berdin. Di girtîgehê de ne jî gef li wan tê kirin. Beriya 20 roj pêşî gardiyanan di ser qawişa wan de girtiye û lêgerîne kirine. Hemû eşyayên wan belav kirine. Wê rojê keça min bi telefonê li min geriya û rewş vegot. Di girtîgehê de jî îşkenceyê li zarokên me dikin. Bila dawî li vê zilmê bînin. Bila dewletên navneteweyî li ser vê rewşê bisekinin. Îro ne bi tenê li ser Serok her wiha li ser gel û girtiyan tecrît tê meşandin. Bila zarokên me berdin. Dil û kezeba me diêşê. Em naxwazin ku êdî dilê tu dayikek bişewite."   'Em ê xwedî girtiyan derbikevin'   Ayşe, desnîşan kir ku ji ber greva birçîbûnê rewşa zarokên wan nebaşe û wiha pêlda axaftina xwe: "Zarokên me ji bo rakirina tecrîdê û li dijî binpêkirina mafên xwe bi mehan e di grevê de ne. Lê belê hikûmet bêdeng e. Beriya ku rewşa zarokên me giran bibe divê dewlet gavek bavêje û daxwazên wan bi cih bîne. Ji ber pandemiyê jî rewşa zarokên me di bin xeterê de ye. Ji ber di greva birçîbûnê de ne divê pêdiviyên wan pêk bên. Lê belê nayê kirin. Her wiha zarokên me nexweş dikevin nabin nexweşxaneyê, an jî dema dibin bi kelepçekirî wan muayene dikin. Divê hemû kes rabe ser piyan û vê bêdengiyê bişkînin. Ew ên ku di girtîgehan de ne zarokên me hemû yan e. Divê em ji bo wan dengê xwe bilind bikin. Em jiyanek azad û aram dixwazin. Ji ber bêdengiyê rewşa zarokên me giran dibe. Ez bang dikim ku ku di serî em û her kes xwedî li girtiyan derbikeve."   'Heta tecrît neyê rakirin dê ev zilm bi dawî nebe'   Ayşe, tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye girankirin şermezar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger ku tecrîd li ser Serok nehata girankirin û Serok azad bûya ev tişt wê nehata jiyîn. Bi girankirina tecrîdê re şer zêdetir  bû û tecrîda girankirî bandorê li ser girtiyan jî kirin. Ji bo bidawîbûna vê zilmê divê yekser ev tecrît bê rakirin. Heta tecrît neyê rakirin dê ev zilm bi dawî nebe."