ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-15 09:00:00   * Gundê Germeroyê yê girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê ye bi şikeftên xwe yên dîrokî û dîmenên xwe yên xwezayî yek ji cihên seyrangeh û gerê ya Mêrdînê ye. Bi dîmenên xwezayî yên dilê mirov mest dike balê dikşîne ser xwe.  DÎMEN HEYE   *Çalakiya greva birçîbûnê li dijî tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne berdewam dike. Malbatên girtiyan, bang li hikûmetê kirin ku daxwaza zarokên wan bi cih bînin û gotin: "Divê civak û rayedar li dijî vê hişyariyê bi hestiyar bin. Em naxwazin zarokên me zararê bibînin."    *Parêzer Dîren Cevahîr Şen bertek nîşanê pakêta ji meclisê derbas bûye ya ku di sûcên îstîsmara li hember zarokan de şerta ‘delîla şênber’ dixwaze da û diyar kir ku desthilatdarî bi salane der barê rewakirina îstîsmara zayendî de polîtîkayan dimeşîne û got: “Bi 4’emîn pakêta darazê re rêya ku gumanbaran rizgar bike vekir. Bi vê hewl dide îstîsmarê rewa bike.”     *Di damezrandina HDP’ê de nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku zemîna wê ya îdeolojîk ava kir û piştre hewldana girtina HDP’ê, carek din Abdullah Ocalan mafdar derxist û nîşan dide ku yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê siyaseta demokratîk e. Abdullah Ocalan wiha dibêje: “Ez hemû lîstikan dibînim û îfade dikim. Li dijî van, pirsa ‘pêşniyara te ya çareseriyê çi ye’ bê pirsîn, pêşniyara min a çareseriyê, siyaseteke demokratîk a her aliyê civakî tê de cih digire û di esasa demokratîk, aştiyane, dij-hegomonîk, dij-tekel de, pêş dikeve ye.”