Jinên TJA û HDP'ê ji jinên girtî re qert şandin 2021-07-14 17:03:36     ÎZMÎR - Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê berî cejna qurbanê ji jinên girtî re qert şandin.    Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) a Îzmîrê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) berî cejna qurbanê ji jinên girtî re qert şandin.    Jinan tevî Hevseroka Berê ya HDP'ê Figen Yuksekdag, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk a berê Sabahat Tuncel ji gelek jinên girtî re bi rêya PTT'ê qert hatin şandin.