Êrîşa nîjadperestî li avahiya HDP'ê ya Marmarîsê hat kirin 2021-07-14 10:48:12   ÎZMÎR - Li dijî Avahiya HDP'ê ya Marmarîsê êrişa nîjadperestî hat kirin. A.T.D. ê êrîşa çekdarî pêk anî hat binçavkirin. Hevseroka HDP'ê ya Muglayê Fulya Erdogan a bertek nîşanî êrîşê da wiha got:"Ev êriş li dijî hemû kesên têkoşîna demokrasiyê dikin pêk hatiye."   Li navçeya Marmarîsê ya Mûglayê, di saetên serê sibehê de li dijî avahiya HDP'ê ya navçeyê êrişeke çekdarî pêk hat. Li ser îxbara ku kesekî êrişî avahiya HDP'ê kiriye polis hatin cihê bûyerê û kesê bi navê A.T.D. (28) ku hat tespîtkirin êrişî avahiya HDP'ê kiriye hat binçavkirin. Çeka êrişkar a ku pê êrişî avahiyê kir jî hat desteserkirin.    Hat eşkerekirin A.T.D. di sala 2018'an de jî bi heman rengî êrişî avahiya HDP'ê kiriye û derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Wê demê tenê ji ber sûcê "Dayina zirarê ya mal" lêpirsîn têkildarî êrişkar hatibû meşandin.    'Bêyî em hêviya xwe bi dawî bikin em ê dewam bikin'   Hevseroka HDP'ê ya Muglayê Fulya Erdogan bi van gotinan bertek nîşanî êrîşê da:"Em êrîşan şermezar dikin, em dizanin li dû van êrîşana kî hene. Wekî dayika Denizê got em ê bi têkoşîna xwe ya demokrasiyê li dijî hemû êrişan derkevin. Ev êriş li dijî hemû kesên têkoşîna demokrasiyê dikin pêk hatiye. Bêyî em hêviya xwe bi dawî bikin em ê dewam bikin."