Grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger derketin 15 rojî 2021-07-14 10:37:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî li dijî tecrîd û binpêkirina mafan dabûn destpêkirin ket roja 230'î. Ew ê ji îro pê de 15 rojî dewam bike.    Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'î de, bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 46'an 230 roj in berdewam dike. Girtiyan bi daxuyaniya dan diyar kirin ku ew ê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 5 rojî dewam dikir derxin 15 rojî.    Çalakî li Yewnanistanê di roja 192'yan de ye    Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Ev çalakî bi koma 39'emîn di roja192'yan de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.