‘Girtî li dijî zextan têkoşînê didin’ 2021-07-14 09:05:07   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Hevseroka ESP’ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî da zanîn ku li Girtîgeha Şakranê ya Jinan zext zêde bûne û girtî li dijî ferzkirina poşmaniyê bi rêxistinkirî têdikoşn. Ezgiyê her wiha bi lêv kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de jî bi biryar çalakiya xwe didomînin.   Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ya Stenbolê û endama Lijneya Rêveber a Navenda Meclîsên Jinan a Sosyalîst Ezgî Bahçecî ku 6 mehan li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Îzmîrê ma, di 6’ê Tîrmehê de di rûniştina duyem de hat tehliyekirin. Ezgî ku 6 mehan girtî ma şert û mercên girtîgehê nirxand. Ezgiyê bal kişand ser ‘ferzkirina  poşmaniyê’ ya li hember girtiyan.   ‘Piştî alav kom dikirin li kantînê difrotin’   Ezgiyê daxuyakirin ku bi qanûna înfazê ya hatiye derxistin pêkanînên kêfî li hember girtiyan dihat meşandin û wiha dirêjî dayê: “Roja kantînê dihat, carna dereng derdixistin hevdîtina telefonan. Di lêgerînên qawişan de tehrîk dihat kirin û hewl didan zehmetiyên ku lêpirsînan derxînin, biafirînin. Ji poşetan heta benên ku cil û bergên şûştî me lê radixist, heta alavên rojane ku me  pê jiyana xwe îdame dikir, her tişt kom dikirin. Ev alav ji xwe li kantînê dihatin firotin. Ev alavên me kom dikirin û li kantînan difroşin.”   ‘Me nikaribû daxwaznameyên xwe bişopanda’   Ezgiyê bi lêv kir ku pirtûk dihatin sînorkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji bo kargoyên pirtûkan sînorkirin anîbûn û guherîna pirtûkan bi 5 heban hatibûn sînorkirin. Tevî ku serlêdanên pirtûkxaneya îdarê dihat kirin jî carna me ji derve weşan nedigirtin. Ne tenê pirtûkê polîtîk me yên çand û hunerê jî nikaribû bigirta. Ji bayiyan dikaribû bihata girtin. Li van deran jî kovar tunebûn. Mixabin cihekî ku mirov gilî bikin jî tune ye. Dadgerên înfazê jî wek îdareyê bersivan dide. Ji ber vê jî mirov nikarin li mafên xwe bigerin. Me nikaribû daxwaznameyên xwe jî bişopanda. Divê hejmara daxwaznameyê bihata dayîn lê ew jî nedidan.”   Ezgiyê bal kişand ser nameyên ji derve tên û ev tişt bi lêv kir: “Nameyan ya dereng didin yan jî qet nadin. Ji bo nameyên nayên dayîn jî îdiaya ‘di cih de nehat dîtin’ derdixin holê. Di 8’ê Adarê de qertên parlamenteran şandin, nedan. Me li dijî vê gilî kir, îtîraz pêk hat. Ji du înfazên cuda yek ‘dikare bê dayîn’ ya din ‘nikare bê dayîn’ bû. Ji bo heman qewişan heman qertan biryarên cuda. Kêyfiyet ji vir tê dîtin.”   ‘Grev bi biryarek mezin didome’   Ezgiyê bal kişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyan ên li dijî binpêkirina mafan û tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, daye destpêkirin û  da zanîn vîtamîna B nadin girtiyan û rojane tansiyonê wan dipîvin û got: “Piştî çalakiya girtiyan cezayên dîsîplînê didan girtiyan. Bi vî awayî mafê çalakî dihat binpêkirin. Cezayên dîsîplînê yên cuda didan girtiyan. Lê tevî vê grev bi biryar didome. Her wiha tehliye jî bi kêfî tên taloqkirin. Girtiya bi navê Merve Nur Îşleyîcî bi hinceta bi keseke ku hevdîtina telefonê pê re tune hevdîtin kiriye, ‘Rêziknameya Der barê Nirxandina Girtiyan ya bi Navendên Çînîkirin û Şopandinê’  tehliyeya wê hat taloqkirin û gotin wê di meha mijdarê de binirxînin. Ozgur Şîmşek jî tevî tehliyeya wê hatibû ji ber axaftinên di telefonê de nekiriye jî cezayê dîsîplînê lê hat birîn."   Ezgiyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li girtiyan poşmanî tê ferzkirin û wiha got: “Li dijî vê girtî têkoşîna rêxistinkirî didin.”   Ezgiyê dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku bi girtiyan re bikevin nava piştevaniyê.