Mulkiye Esmez: Ji cihê maye em ê dewam bikin 2021-07-14 09:01:12   Medya Uren   MÊRDÎN - Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez a ku li cihê wê qeyûm hatiye tayînkirin û piştî ku salek û 7 mehan di girtîgehê de ma şûnde hat berdan wiha got:"Ji bo berjewendiya gelê Dêrikê, ji bo Dêrik bibe navçeyek jinê me proje dan destpêkirin. Ya ku zora wan diçû ev xebatên me bûn. Jixwe îqtidar ji bo xespkirina vîna gel xwedî tecrube bû loma em li benda vê yekê bûn. Lê belê çawa em ji girtin û gefan netirsiyan em ê îro jî netirsin û ji cihê maye em ê dewam bikin."   Di 16’ê Mijdara 2019’an de ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve qeyûm tayînî Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dêrikê hat kirin û hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez hatibû binçavkirin. Ji sûcê “Endamtiya Rêxistinê” doz lê hatibû vekirin û piştî salek û 7 mehan di girtîgehê ma şûnde hat berdan. Hevşaredar Mulkiye Esmez diyar kir ku ew ê li qadan, li malan xebatên xwe bidomînin û got ew ê ji cihê mane dewam bikin.    'Ji cihê maye em ê dewam bikin'   Mulkiyeyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser xespkirina vîna gel û wiha got:"Em di hilbijartinan de bi dengekî mezin hatin hilbijartin. Rexmê planên îqtidarê yên li dijî me jî em bûn vîna gel. Ji wê rojê şûnde jî me projeyên xwe yên ji bo berjewendiya gelê Dêrikê û jinê me pêş dixistin. Bi taybet ji bo Dêrik bibe bajarê jinê me hewil dida. Lewra nehiştin em bixin meriyetê. Ev tiştekî ku em li bendê bûn. Ji ber ku serokkomar beriya hilbijartin çêbibe digot HDP bi ser bikeve jî em ê cardin qeyûm tayînê cihê wan bikin. Gotina xwe bi cih jî anîn. Lê belê ne em ne jî gel ji gefan û ji êrişan natirsin. Em netirsiyan û em bi bawerî derketin rê. Vîna gel xesp kirin û weke min hemû hevşaredar xistin bin çavan. Me di girtîgehan de jî têkoşîna xwe li dijî zilm û tecrîdê da dewam kir  û em ê niha jî bidin dewamkirin. Ji cihê maye em ê dewam bikin."   'Tecrîd li hundir û derve bi bandor e'   Mulkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya girtinê û wiha pê de çû:"Bi giştî ez salek û 7 mehan di girtîgehê de rehîn hatim girtin. Beriya girtinê min emeliyatek penceşêra kolonê derbas kir. Di aliyê tendirustiyê de jî min  û gelek hevalên min ên girtîgehê zehmetî dîtin û bi pirsgirêkan rû bi rû man. Tecrîd li girtîgehan di astek jor de bû. Li ser gelê kurd bi tevahî tecrîdeke mezin tê meşandin. Tecrîdek giran heye û pêwîst e gelê kurd li dijî vê yekê bêtir têbikoşe û li çareseriya vê bigere. Xespkirina vîna gelê kurd, bişaftina çand û ziman, girtin û îşkence hemû beşên tecrîdê ne. Bi polîtîkayên êrişên taybet re vê tecrîdê bi awayê herî xirab pêk tînin. Em eşkere bûn şahidê vê yekê û bawer im wê êdî hemû kurd jî çavên xwe vekin. Ango ez bawer im jî wê gelê kurd car din xwedî li vîna xwe derbikeve. Ew ê kurd cardin ji bo heqîqeta xwe têkoşînê bikin."   'Wê car din diziya gel bikin'   Mulkiyeyê bi lêv kir ku sedema girtina wan ew bû wan sûcdar bidin nîşandan û xebatên wan îlegalîze bikin û wiha domand:"Em partiya sêyem in. Lewra êrişên li dijî me polîtîka û hişmendiya wan a qirêj diyar dike. Gel bi van lîstikan nayê xapandin. Ew îqtidarê jî me jî nas dike. Çawa îradeya gel xesp kirin, projeyên me amade kirine jî xesp kirin û dizîn. Weke yên wan be pêşkêşî gel dikin. Bi wan projeyan reklamên xwe dikin. Lê encama ku em ê bibînin jî wê weke qeyûmê 2016’an be. Dema cara din me şaredarî dewr girt karê me yê yekem paqijkirina qirêjiyên wan bû. Çawa ku dizî dikirin û li ser nanê gel rûdiniştin em ê car din vê yekê bibînin û jixwe em dibînin jî. Dîsa şaredariyan dixin nava deynan û dîsa ew ê ji gel bidizin. Dîsa xebatkarên şaredariyê ji kar avêtin û alîgirên xwe bi cih kirin."   'Wê ne zilm demokrasî bi ser bikeve'   Mulkiyeyê da zanîn ew ji gef û girtinan netirsiyane û ew ê ji îro şûnde jî netirsin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em ê ji cihê mayî berdewam bikin. Em ê paşde gavê neavêjin. Em ê her tim ji bo jiyanek azad û aram hewil bidin. Em hêvîdar in ku em ê ji bo gelê xwe vê yekê bi ser bixin. Em ê li kolanan û li kuçeyan xebatên xwe bidin berdewamkirin. Em li vir in û em ê gel jî bi tenê nehêlin. Em ê gef û tecrîda tê meşandin, bişkînin. Em ê serî netewînin  û  li hemberî wan li berxwe bidin. Em dibêjin wê dîrok van rojên wan weke qirêjiyekê bi bîr bîne. Bila kes nekeve wê xefletê ku bi zilmê bi ser bikevin. Zilm tim mehkûmê têkçûyinê ye."