ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-14 09:00:00   *Hevşaredara Dêrikê Mulkiye Esmez a ku li cihê wê qeyûm hatiye tayînkirin û piştî ku salek û 7 mehan di girtîgehê de ma şûnde hat berdan wiha got:"Ji bo berjewendiya gelê Dêrikê, ji bo Dêrik bibe navçeyek jinê me proje dan destpêkirin. Ya ku zora wan diçû ev xebatên me bûn. Jixwe îqtidar ji bo xespkirina vîna gel xwedî tecrube bû loma em li benda vê yekê bûn. Lê belê çawa em ji girtin û gefan netirsiyan em ê îro jî netirsin û ji cihê maye em ê dewam bikin." BI DÎMEN   *Ligel hişkesaliyê, bi krîza aborî û zemên tên kirin re di çandinî û sewalkarî êdî zahmet bûye. Welatiyên bi zor debara xwe dikin, ev bang kirin: “Divê zem bên sekinandin û biha bên xistin. Divê ji bo sewalkarî û çandiniyê jî piştgirî bê dayîn.” BI DÎMEN   *Hevseroka ESP’ê ya Stenbolê Ezgî Bahçecî da zanîn ku li Girtîgeha Şakranê ya Jinan zext zêde bûne û girtî li dijî ferzkirina poşmaniyê bi rêxistinkirî têdikoşn. Ezgiyê her wiha bi lêv kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de jî bi biryar çalakiya xwe didomînin. BI DÎMEN   *Parêzer Îlke Işik da zanîn ku jinên der barê Peymana Stenbolê de serî li Dadgeha Bilind dabûn, bersiva wê di 1’ê Tîrmehê de hatiye dayîn û got ev ne tesaduf e û der barê qanûna hejmara 6284 jî got “Li vî welatî ‘sendîkaryên dibêjin dora qanûna 6284 ye’ hene.”BI DÎMEN   *Zarokek ku bi bedena xwe axa dicemidî germ kir.. ‘Evrîm Demîr xwe şewitand’ bû kirdeya nûçeyê. Bi nameya li pey xwe hişt peyama ‘Bi hêviya roj bibe roja zadiya Rêber Apo û aştiyê’ da.  Sal 1993, Muş..  BI DÎMEN   *Remziye Tosun a HDP'yî diyar kir ku serhildana 14'ê Tîrmehê îro li girtîgehan hîn didome û wiha got:"Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin dê bi rihê 14'ê Tîrmehê zilm û îşkenceyê têk bibe." BI DÎMEN   *Dê HDP 1'emîn Kongreya Awarte li Eywana Tesîsa Palace ya Azîzoglu ya Cizîrê li dar bixe. (11.00-15.00)