Li Mexmûrê Koma 105’an çalakiya greva birçibunê dewir girt 2021-07-13 10:56:43   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, îro koma 105’an çalakî dewir girt.    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li wargeha Mexmurê îro koma 105'emîn dewr girt.    Merasîma çalakiyê destpêkê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hat destpêkirin.    Li ser navê koma 104’an Arjîn Kuşmat di serî de xêrhatina gel kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Armanca hemû çalakiyên me şikandina tecrît û azadiya fizikî ya Rêber Apo ye. Em berxwedana Cenga Xabûr û Bazên Zagrosê silav dikin. çewa ku berxwedana zîndana Amedê bi îradeyek ji pola li hember dijmin bi ser ket, em ê jî heta gihiştina serkeftinê di berxwedana xwe de bi israr bin. Di 39’emîn salvegera şahadeta şehîdên 14’ê Tîrmehê de em wan bi bîr tînin û bejna xwe li hember şahadeta wan di tewînin. Wekî ku Rêber Apo dibêjê me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî jî bi ser keivn.  Ji bo wê jî werin em agirê berxwedanê geş bikin.’’   Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana Zîndana" û ‘Bijî Berxwedana Gerîlla" bi dawî bu.