Pirsgirêka avê berdewamiya polîtîkayên çewisandinê ye 2021-07-13 09:05:33   Sema Çaglak   ÊLIH - Hevşaredara HDP'ê ya Êlihê ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Songul Korkmaz, destnîşan kir ku pirsgirêka avê berdewamiya polîtîkayên çewisandinê ye û wiha got:"Pirsgirêka avê ne pirsgirêkek ku neyê çareserkirin e. Divê demildest bê çareserkirin û welatî ji vê rewşa mexdûriyetê bên rizgarkirin."   Li gundên Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskut, Holê, bajaroka Kaniyahênê û gelek gundên din ku bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve ne ji 23’yê hezîranê ve bê av hatine hiştin. DEDAŞ’ê bi hinceta ku “Deynê ceryana ji bo avê nayê razandin” ceryana dînamoyên van gundan biriye û 21 roj in bi hezaran welatiyên li van gundan bê av mane. Bertek û nerazîbûnên welatiyan li ser rewşê her ku diçe zêde dibin. Di rojên borî de şandeyek ji rêxistina HDP’ê ya bajarê Êlîhê serdana wan gundan kiribû. Hevşaredara HDP'ê ya Êlihê Songul  Korkmaz ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin û di nav şandeyê de cih girtibû derbarê mijarê de nerîna xwe bi ajansa me re parve kir.   ‘Ji ber bêaviyê nexweşî zêde bûye’   Songul diyar kir ku ji ber bêaviyê li van gundan nexweşî zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di vê sedsalê de yek ji pirsgirêkên herî mezin û girîng bêavî ye. Heke ji ber polîtîkayên dewletê di vê sedsalê de civak bêav bimîne bi tena serê xwe pirsgirêkek mezin e û divê ew pirsgirêk bê çareser kirin. Av ji bo mirovan pêdiviyek jiyanî ye. Heke av tune be jiyan jî bi awayekî rêk û pêk nameşe. Welatî ji ber ku avê peyda nakin  ji kanal û newalan bi bîdonan dadigirin û tînin malên xwe. Lê ji ber ku ava ne paqij e gelek zarok pê nexweş ketin e. Bajarê Êlihê yek ji bajarên herî germ e û di vê hewaya germ de welatî bê av in.”   ‘Welatî ji ber pirsgirêka avê koç dikin’   Songulê bal kişand l ser serdana wan a li gundan û wiha axivî: “Rewşa şêniyên gundan gelek xirab e. Gundî bi rojane ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin hewil didin. Divê tu kes ji vê rojevê re xemsar nemîne û dengê wan bidin bihîstin. Heke ev pirsgirêk zêdetir mezin bibe wê kî bersîv bide. Ji bo her malekê cezayê 100-150 hezar pere hatiye birîn.  Ji wan gundan tu kes nikare wî pereyî bide. Welatî ji ber bêaviyê koçberiyê wekî çareserî dibînin. Heke welatî ji ber bêaviyê ji warê xwe koç bikin ew nayê qebûlkirin. Pirsgirêka avê ne pirsgirêkek ku neyê çareserkirinê ye. Divê demildest bê çareserkirin û welatî ji vê rewşa mexdûriyetê bên rizgarkirin.”   ‘Berdewamiya polîtîkayên çewisandinê ye’   Songul destnîşan kir ku ev berdewamiya polîtîkayên çewisandinê ye û wiha pêdê çû: “Di sala 2019’an de jî heman taktîk meşandibûn. 3 rojan ji ber deynê ku qeyûm ji wan re derxistibû bê av mabûn. Lê welatiyan heqê ceyran û li gel vê bê av hatibûn hiştin. Niha heman polîtika li Mêrdîn, li Şirnexê tê meşandin. Jixwe li hemû bajarên heremê polîtiîkayên cuda cuda tên pêşxistin. Li Êlih û Mêrdînê jî polîtîkayek derbarê avê de  tê pêşxistin. Li Çewlikê, Amed, Şirnex û Dêrsimê daristanan dişewitînin. Li bajarên din jî polîtîkayên cuda pêş dixin. Ew hemû girêdayî hevdû ne. Bi birçîbûnê, girtin, zilm , zext û zordariyê heta niha xwestin me biçewisînin niha jî bi bê aviyê dixwazin polîtîkaya çewisandinê berdewam bikin.”   Songul wiha dawî li axaftina xwe anî: “Germahiya  Êlihê wek derfetekê hate bikaranîn.  Divê  bi rêya diyalogê ew pirsgirêk bê çareser kirin. Gelê Kurd bi salan e her cure zilm lê hatiye kirin. Divê ava wan gundan bê berdan, pirsgirêkên welatiyan bên çareserkirin.”