‘Têkiliyên gumanbar Onur Gencer nayên lêkolînkirin’ 2021-07-13 09:04:25   ÎZMÎR - Serpîl Kemalbay a HDP’yî diyar kir ku Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kiriye, ji aliyê Midurê Navenda Banga Lezgîn a 112  Tuncay Volkan Bayat ve ji bo baregehên TSK’ê hatiye hilbijartin û her wiha Tuncay Volkan Bayat di rêveberiya Otela Termal a Balçovayê de cih digire û got lêpirsîn bi bandor nayê meşandin.   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Selpîl Kemalbay da zanîn ku têkiliyên gumanbar Onur Gencer ê di 17’ê Hezîranê de êrîşê HDP’ê ya Îzmîrê kir û Denîz Poyraz qetil kiriye, nayên lêkolînkirin û Midurê Navenda Banga Lezgîn a 112 Tuncay Volkan Bayat ku gumanbar Onur Gencer ji bo bişîne Sûriyeyê hilbijartiye jî tevlî lêpirsînê bê kirin.    ‘Gelo têkiliya wî ya bi Midûrê Banga Lezgîn a 112’an çi ye?’   Serpîlê destnîşan kir ku ji bo gumanbar Onur Gencer biçe baregehên TSK’ê yê Sûriyeyê divê Miduriyeta Tenduristiyê hilbijarta lê ji aliyê Midûrê Banga Lezgîn a 112’an ve tê hilbijartin û got: “Heman kes midurê Otela Termal a Balçovayê ye jî. Otela Termal jî kargeriyeke di bin rêveberiya Walîtiyê de ye. Tuncay Volkan Bayat midûrê vê Otela Termal a Balçovayê ku karên tarî lê tê meşandin e. Her wiha gumanbar Onur Gencer jî bi dehan carî diçe vê otelê û tê. Gelo Navenda Banga Lezgîn a 112 li gorî çi  xebatkarên tenduristiyê ji bo li derveyî sînor bixebite hildibijêre li gorî kîjan kesayetê dibin hildibijêrin û dibin qadên leşkerî.”   ‘Divê midurê emniyetê Huseyîn Aşkin jî bê lêkolînkirin’   Serpîlê, diyaloga li ber avahiya HDP’a Îzmîrê ya bi midurê Emniyeta Îzmîrê Huseyîn Aşkin re kirine jî wiha vegot: “Me got konê emniyetê yê li ber avahiyê hedef nîşanê kujeran didin. Wî jî got ‘Agahiya wî ji kon tune, hişê wî kesî ne li serê wî ye’. Wê demê sedema 40 deqeyî nemudaxalekirina gumanbar  jî ev e. Divê Huseyîn Aşkin bê lêpirsînkirin. Emniyeta 5 deqe durî avahiyê mudaxale nake û sedema nemudaxalekirinê jî ev e. Hevserokê me ku 20 roj şûnde îfadeya wî hat girtin, dema tê cihê bûyerê hîna gule nehatine berdan  lê polîsan dizanibûn gumanbar li hundir e. Hevserokê me dibêje biçin hundir mudaxale bikin, ew jî dibêjin ‘em li bende êlekên çelîk in’. Lê êlekên çelîk ku divê ji navbera 5 deqe bihata nehatin. Dema hatin jî hêdî hêdî li xwe kirin û derneketin jor.”   ‘Ev cînayet bi piştgiriya desthilatdarî û MÎT’ê pêk hat’   Serpîlê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Gumanbar li avahiya 8 qatî digere û nayê zanîn ku kesek din li gel gumanbar hebû an na. Heta têketina xanê, bi çenteyê xwe tê û wisa binçav dikin. Lêgerîn li Xana kar nekirin, negotin ka kesek din heye an na. Ji ber vê jî ev cînayet bi tevlîbûna desthilatdariya siyasî, MÎT û Emniyetê pêk hatiye. Ji ber vê jî fikara ku ev cînayet bi destên dewletê pêk hatiye, di serê me de xurt dibe. ”   ‘Kuştin tên normalkirin’   Serpîlê daxuyakirin ku li Tirkiyeyê kuştinên siyasî tên normalkirin û wiha dawî lê anî: “Ji bo çewisandina civakî, ji bo pêşîgirtina hatina gel hev a hêzên demokrasiyê û  xurtkirina bloka faşîst ev tên kirin. Em van lêpirsînan qebûl nakin. Ev bi giştî hewldanên ji bo veşartina cînayeta siyasî ye.”