ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-13 09:01:06   *Şeyhmus Koç ê di Girtîgeha Gîresûnê de dimîne dema tê girtin îşkence lê tê kirin. Di aliyê derûnî û fîzikî de pirsgirêkên wî rû didin. Diya Şeyhmus, Şukran Koç gumanên xwe yên di vî alî de parve kir. Şukranê got:"Kurê min bi îşkenceya dewletê nexweş ket û nayê tedawîkirin. Ji vê zilmê re êdî bes e! Bila rayedar, parlamenter, siyasetmedar û gel rabe ser lingan. Em dikarin bi serîrakinê dawî li zilmê bînin. " DÎMEN HEYE   *Li gorî daneyên 6 mehên ewil yên sala 2021’ê ya Baroya Wanê, li bajar li hember jin û zarokan herî kêm 279 sûcên êrîşa zayendî pêk hatine. Endama OHD’ê parêzer Leyla Kaplan da zanîn ku berpirsên şîdetê dewlet, malbat û civak e.   *Serpîl Kemalbay a HDP’yî diyar kir ku Onur Gencer ê Denîz Poyraz qetil kiriye, ji aliyê Midurê Navenda Banga Lezgîn a 112  Tuncay Volkan Bayat ve ji bo baregehên TSK’ê hatiye hilbijartin û her wiha Tuncay Volkan Bayat di rêveberiya Otela Termal a Balçovayê de cih digire û got lêpirsîn bi bandor nayê meşandin.  DÎMEN HEYE   *Hevşaredara HDP'ê ya Êlihê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Songul Korkmaz, destnîşan kir ku pirsgirêka avê berdewamiya polîtîkayên çewisandinê ye û wiha got:"Pirsgirêka avê ne pirsgirêkek ku neyê çareserkirin e. Divê demildest bê çareserkirin û welatî ji vê rewşa mexdûriyetê bê rizgarkirin." DÎMEN HEYE   *Niştecihên Taxa Fîskayayê nerazîbûnên xwe li ser projeya veguherandina bajarvaniyê ku dixwazin li Fîskayayê pêk bînin dan û wiha gotin: “Em bi salan e li vir dijîn. Hemû çand û bîranînên me li vir in. Em ê nehêlin jiyana me tarumar bikin û me mexdûr bihêlin.” DÎMEN HEYE