Çalakvanên Mexmurê: Çalakiyên me ji bo azadiyê ne 2021-07-12 12:27:41   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan ku hatiye destpêkirin di roja 20'an de berdewam dike, her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî serdana wê tê  kirin,û çalakî di roja 207’an de berdewam dike.       Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li wargehê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaret kirin. Çalakiya gireva birçîbunê bi koma 104’an di roja 207’an de bi awayek biryardarî berdewam dike.    ‘Divê em yekitiya xwe ava bikin’   Li ser navê koma gel Helîm Bulut di seredanê de axivî û wiha got: “ Ev çalakiya ku hatî destpêkirin di zindanan de û li hemû cihan dengvedaye. Em wê berxwedanê slav dikin û pîroz dikin. Greva ku ji sed rojan zêdetire hatî destpêkirin wê ji niha û pêde li zindanan ji 15 rojan carekê koma wê biguhere. Girtî li dijî binpêkirinên mafan ji bo Rêber Apo azad bibe û di nava xwe de bibînin çalakiya xwe didomînin. Ji bo em bi ser bikevin em tim di nava berxwedan û tekoşînê de ne û em ê heta dawî berxwedana xwe berdewam bikin. Ji her avlî ve dijmin êrîşî gelê me dikin.  Em ê jî li heber van êrîşan her di berxwedanê de bin. Divê em yeketiya xwe ava bikin li beranber van bê mafiyan û van êrîşên dij mirovî”.    ‘Heta em bigihîjin armanca xwe wê çalakiya me bidome’   Li ser navê koma çalakiyê jî Hemayîl Repinî  di serî de xêrhatina gel kir û wiha got: “Çalakiya me li dijî tecrîda li ser  Rêber Apo ye û ji bo jiyaneke azad e. Em weke şeêniyên wargehê bi girtiyên zindanan re çalakiya xwe dikin yek û ji bo Rêber Apo bi fîzÎkî bi me re azad bijî tişta pêwîst em ê bikin. Em dest ji çalakiya xwe bernadin heta ku em bigihîjin armanca xwe û em ê bi ser kevin. Serkeftin ji tevayî girtiyên zindanan re û em çalakiya wan slav dikin. Serkeftin wê ya Gelê Kurd be."