Dayikên Şemiyê: Me tu carî serî netewand! 2021-07-12 12:21:51   STENBOL - Berî rûniştina doza li 46 kesên ji ber çalakiya Dayikên Şemiyê ya 700'ê hatibûn binçavkirin hat vekirin Ayşe Tepe li ber Edliyeya Stenbolê axivî. Ayşeyê wiha got:"Ji ber me got 'ka zarokên me li ku ne' dixwazin dengê me qut bikin. Lê me tu carî serî netewand! Em ê tu carî netewînin."   Dayikên Şemiyê di hefteya 700'î de xwestin li Meydana Galatasarayê daxuyaniyê bidin û li aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Polîsan mudaxaleyî dayikan kiribû û 46 mirovên şemiyê binçav kiribûn. Doz li wan hatibû vekirin. Rûniştina 2’yemîn a Dayikên Şemiyê îro li 21’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê tê lidarxistin. Dayikên Şemiyê beriya danişînê li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Oya Ersoy, Zuleyha Gulum, parlamenterên CHP’ê Alî Şeker û Sezgîn Tanrikûlû, rêveberên baroyên Stenbol, Amed, Wan û Enqereyê, Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û gelek hunermend û nivîskaran beşdarî daxuyanî û danişîna dayikan bûn û piştevaniya wan kirin. Di daxuyaniyê de pankarta “Ya ji vê dozê tê darizandin lêgerîna me ya heqîqet û edaletê ye” hat vekirin.    'Em ê qet têk neçin'   Xwişka nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê hatibû revandin û qetilkirin, Ayşe Tepe li ser navê Dayikên Şemiyê daxuyanî da. Ayşeyê destnîşan kir ku 850 hefte ne dayik li ewladên xwe digerin û got: “Hûn hezar dozan jî vekin, em ê dest ji lêgerîna xwe ya heqîqet û edaletê bernedin. Em ê her daxwazên xwe bînin ziman. Em ê qet têk neçin û li ber xwe bidin. Wê nikaribin dengê me qut bikin. “Em ê qet û qet dev ji qîrkirina zarokên me li ku ne bernedin.”   Pişt re rêveberên baroyên Wan, Amed û Stenbolê jî axivîn û destnîşan kirin ku ew ê dozê bişopînin.    Bi dû daxuyaniyê re girse ji bo beşdarî rûniştinê bibe derbasî avahiya edliyeyê bû.