Çalakiya nobeta 'Edaletê' dî roja 126'emîn de ye 2021-07-12 11:11:42     RIHA - Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Emîne û Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 126'emîn de berdewam dike.    Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve beriya hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an  hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta "Edaletê ku li ber Edliyeya Rihayê danûn destpêkirin di roja 126’emîn de berdewam dikin.    Malbatê derbarê çalakiya xwe de li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev parvekirin kirin: "Kesên ku li nexweşxaneya Pirsûsê di qirkirinê re hatin derbaskirin em in. Yên ku berdêla edaletê didin jî dîsa em in. Heta ku mirov berdêlê nede edalet pêk nayê."