Xursa bi xwezaya xwe navdar e di bin çopê de maye 2021-07-12 09:56:56     MÊRDÎN - Xursa ku bi av û xwezaya xwe bi nav û deng e di nava qirêjiya ku kesên tên seyranê de maye.   Geliyê Xursê yê girêdayî navçeya Qosera Mêrdînê ye bi xwezaya xwe ya xweşik her sal bi hezaran kesî pêşwazî dike. Lê belê sîpêla (sûlav) Xursê ya bi nav û deng a ku li Gundê Elîpaşayê cih digire di nava qirêjiyê de maye. Kesên tên li vir seyranê cil, kîsik, bîdon û zêdahiyên xwe li van cihan belav kirine. Di nava ava xursê de masî, kevjal û gelek cure ajal jî hene û ji vê qirêjiyê zirareke mezin dibînin.    Gundiyên ku em pê re axivîn jî giliyên xwe kirin û gotin kesên tên seyranê tiştekî ji gundiyan re nahêlin. Her wiha zirareke mezin didin xwezayê.